HPG’ê nasnameya du şehîdan eşkere kir

​​​​​​​Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, 2 gerîlayên di 17’ê Îlonê de şehîd bûbûn, bibîr anî.

HPG’ê nasnameya du şehîdan eşkere kir
14 mijdar, 2020   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da.

HPG’ê  got: “Hêzên me 17’ê Îlona 2020’ê li dijî hêzên dagirker ên li Girê Şehîd Bîlal yê Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbûn çalakiyeke bi bandor kirin. Hevrêyên me Berxwedan û Gaber ên bi şêwazê fedayî pêşengtî ji çalakiyê re kirin û derbên giran li dagirkeran da, bi lehengî şer kirin û tevlî karwanên şehîdan bûn.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

 

Nasnav: Berxwedan Kiçî

Nav û Paşnav: Nûrullah Ekeren

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayikê-Bav: Gulsum - Fahrettîn

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çelê / 17’ê Îlona 2020

Nasnav: Gabar Qendîl

Navû Paşnav: Merwan Walî

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Navê Dayikê û Bav: Nayle - Adil

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çelê / 17’ê Îlona 2020

Hevrê Berxwedan li herêmeke ku bi welatparêzî û berxwedaniya xwe tê nasîn hatiye dinê. Bi çanda qedîm a berxwedanê ya Botanê mezin bûye. Li dijî êrîşên faşîst ên mêtinger ên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd tê kirin, dizane yekane rêya têkoşîna li dijî vê kirin û gihiştina serketinê, mezinkirina berxwedana gerîla ye û sala 2015’an tevlî nava refên azadiyê dibe. Hevêr Berxwedan ê bi pratîk û sekna xwe çanda berxwedana Botanê dide nîşandan, her demê li dijî dijmin, bi zanabûna tolhildana mezin a ji dijmin, xwe ji nû ve avakiriye, gihandiye asta gerîlayê pispor. Di çalakiya dawî ya li dijî dewleta Tirk a dagirker de, hevrê Berxwedan ketiye çeperên dijmin, derbên giran li dijmin daye, bi kesayetiya xwe ya milîtan a fedayî ya Apogeriyê bûye sembol.

 

Hevrêyê me Gabar jî li Kobanê ya ku bi berxwedana xwe li cîhanê destan nivîsandiye di nava malbatekî welatparêz de hatiye dinê. Zanabûna netewî û çanda berxwedanê bi felsefeya Apogeriyê re kiriye yek, gihiştiye wê yekê ku rizgariya gelê Kurd û azadiya wê bi têkoşînekî xurt mimkûne. Di wê çarçoveyê de sala 2017’an tevlî nava refên gerîla dibe. Hevrê Gabar ê di mijara naskirin û têkoşîna li dijî dijmin de xwe pir kûr kiriye, di demekî kin de di pratîka gerîla de bûye xwedî ezmûn. Hevrê Gabar ê bi kelecanî û sekna xwe ya dilnizmî tê zanîn, ji bo tim di refên pêş de be, ketine nava hewldanên mezin û heta kêliya dawî ya jiyînê jî berxwedanekî bê eman kiriye û cihê xwe yê pîroz di nava fedayiyên Kurdistanê de kiriye.

Wê tim ruhê êrîşê yê hevrê Gabar û Berxwedan ji bo me di têkoşîna azadiyê de bibe çiraya ronîkirina rêya me ya serketinê. Li ser vî bingehî di serî de sersaxiyê ji malbatên hevrêyên xwe yên birêz û hemû gelê welatparêz re dixwazin û soz didin ku wê hesreta wan di têkoşîna me de bijîn.”