El-Ebîdî: Israra itîfaqa bi dewleta Tirk re gefan li serkeftina danûstandinên Tûnisê çêdike

Bijîşk Cibrayîl El-Ebîdî da zanîn ku diyaloga Tûnisî derfetek ku aloziya Lîbyayê dûrî şer bê çareser kirin û goy: "Israra itîfaqa bi dewleta Tirk re gefan li serkeftina danûstandinên Tûnisê çêdike."

El-Ebîdî: Israra itîfaqa bi dewleta Tirk re gefan li serkeftina danûstandinên Tûnisê çêdike
14 mijdar, 2020   12:57
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Lêkolîner Siyasî û Akademisê ji Lîbyayê Cibrayîl El-Ebîdî ji ANHA re wiha got: "Şandeya Navnetewî Yekbûyî pergala dengdayî ê hilbijart pejirand û ev yek jî derfeteke mezin dide islama siyasî ku bi dengên pir biser bikeve."

El-Ebîdî da zanîn ku ew bi hêvî ne ku kesên beşdarî civînê bûne bigihêjin nexşereyekê û hikumeteke yekitiya niştimanî û çete werin derxistin.

El-Ebîdî diyar kir ku hin alî hene ku dixwazin astengiyan derxînin û dixwazin li şûna Sirt, Terablûsê wekî navenda hikumetê bikar bînin, ji aliyekî din ve jî aliyek heye dixwaze bi itîfaqa bi dewleta Tirk re girêdayî bimîne û ev jî pirsgirêkeke din e.

 (dm)

ANHA