​​​​​​​Li Kobanê çandina fistiqê helebî bi awayekî balkêş zêde bûye

Li gundewarê bajarê Kobanê di çend salên dawîn de çandina darên fistiqê helebî zêde bûye. Di vê dawiyê de jî mewsima fistiq bûye jêdereke girîng a cotkarên gelek gundên herêmê. Li aliyekî din çandina dar û dexil din kêm bûye.

​​​​​​​Li Kobanê çandina fistiqê helebî bi awayekî balkêş zêde bûye
14 mijdar, 2020   04:22
KOBANÊ-NÎHAD KARO

Bi hatina mewsima çandiniyê daran re şêniyên gundewarê bajarê Kobanê dest bi çandina daran dikin. Di rêza yekemîn de darên fistiqê helebî têne çandin. Ev çandî di çend rojên dawîn de bûye jêdera quta cotkarên gundewar. Piştî ku mewsimên çandina dexil paşde çûn. Cotkar neçar dimînin ku hinek cureyên daran qut bikin û darên fistiq helebî li şûnê diçînin.

Çandina darên fistiq li gundewarê bajarê Kobanê kavnar e. Bi deh hezaran darên fistiqê li herêmê hene. Bi taybet gundewarê rojava û hinek gundewarê başûr. Lê di salên borî de cotkaran bi ferqa di navbera hilberîna vê darê, darên din û mewsima dexil de hesiyan, ji ber ku pêwîstiya bi avdanê mîna mewsimên din tune ye.

Ev cureyên daran li herêmên çiyayî tên çandin lê di dema niha de êdî li piraniya herêman tên çandin.

Şênî di destpêka biharê de libên fistiqê dikin turikên biçûk û piştre dibe şitil. Şitil piştî salekê tê çandin.

Di meha Mijdarê de ji her sal, kortik têne kolandin. Şitil jî di Çileyê de tên çandin. Berhema wê jî di havînê de di meha Tebaxê de tê berhevkirin.

Şêniyên herêmê di van rojan de amadekariya çandina darên fistiq dikin. Şêniyan li gundewarê Kobanê kortik amade kirin da ku piştî mehekê ji niha şitilên fistiqê biçînin.

Şêniyê bi navê Adam Mistefa yê ji gundê Şikeft li rojavayê bajarê Kobanê diyar kir ku wî dev ji çandina dexil berda ye.

Adam Mistefa bang li Gerînendeya Çandiniyê kir ku desteka cotkaran bike û semad û mazotê ji wan re pêşkêş bike. Li cem gerînendeyê tu daneyên hejmarên daran li gundewarê bajêr tune ye.

Têkildarî heman mijarê şêniyên bi navê Nesrat Hino destnîşan kir ku ji zêdetirî 80 salî ve, li Kobanê tê çandin û wiha domand: “Di çend salên dawîn de berhemên dexil êdî ne mîna berê berhemdar in. Ji ber ku me erd semad nekir, ew jî berhem neda. Di van çend salên dawîn de me sûd ji çandina darên fistiq girt.”

(şx)

ANHA