​​​​​​​Tirkiya dagirker ji bêdengiya Rûsya û Amerîkayê sûdê digire û sûcan zêde dike

Dewleta Tirk a dagirker ji bêdengiya Rûsya û Amerîkayê ya ku pê re peymanên agirbestê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê îmze kiriye, sûdê werdigire û êrişên xwe yên li ser navçeya Eyn Îsa ya stratejîk a li ser rêya M4 zêde dike.

​​​​​​​Tirkiya dagirker ji bêdengiya Rûsya û Amerîkayê sûdê digire û sûcan zêde dike
14 mijdar, 2020   01:39
KOBANÊ – ZANA SEYDÎ

Di 6'ê Cotmeha 2019'an de Serokê Amerîkayê Donald Trump  bi rêya twîttera xwe vekişandina hêzên Amerîkayê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand, dewleta Tirk a dagirker ji vê biryarê sûd wergirt û di 9'ê Cotmehê de êrişên giran anîn ser gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Dewleta Tirk di van êrişên xwe yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de balafir, obus, tank û hemû alavên leşkerî yên pêşketî û çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ ku navê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" li xwe kirin, bi kar anîn.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li pêşberî berxwedaneke mezin a şervanên QSD'ê ku ji Kurd, Ereb û Suryanan pêk tê, rû bi rû ma. Di nava 9 rojan li dû hev kedeke bêhempa ji bo parastina herêmê û nirxê biratiya gelan da. Di 17'ê Cotmehê de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Tirkiyê gihîştin agirbestê ku 5 rojan dewam kir.

Piştî serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji bo Rûsya û hevdîtina wî bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ku di 22'ê heman mehê de pêk hat, herdu alîyan li ser agirbestê li hev kirin. Pişt re QSD û hêzên Rûsyayê li ser belavkirina polîsên leşkerî yên Rûsyayê û parêzvanên sînor ên girêdayî hikumeta Şamê li dirêjahiya sînorê li hev kirin. Li ser vê lihevkirinê hêzên parêzvanên sînor ên hikumeta Şamê di 23'ê Cotmehê de li ser sînor belav bûn.

Ji wê demê ve êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê ranewestiyan. Lê ya balkêş ku ew êriş di demên dawî de anku bi destpêka vekişandina dagirkeriya Tirk ji nuqteyên xwe yên "Çavdêriyê" ku gundewarên Hema, Idlib û Helebê ava kirine, zêde bûn. Ev vekişandin di çarçoveya lihevkirina Astana ya di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê ya derbarê Sûriyê de pêk hat.

Di 21'ê Cotmeha borî de dewleta Tirk a dagirker bi topên hawan û obusan derdora navçeya Eyn Îsayê topbaran kir, bi wê re çeteyên wê êrişên bejahî pêk dianî. Lê QSD'ê bersiva êrişan dan û êriş şikandin.

GIRÎNGIYA STRATEJÎK A NAVÇEYÊ

Navçeya Eyn Îsa xwedî erdîngariyeke stratejîk e, ji ber nuqteyeke girîng e ku Girê Spî bi bajarê Reqa, Til Temir û Minbicê bi hev ve girêdide, her wiha rêya diçe Kobanê û Sirînê tê re derbas dibe.

Rêya navdewletî ya M4 ya di navçeyê re derbas dibe xwedî girîngiyeke mezin e. Ji ber ku bajarê Heleb (duyemîn mezintirîn bajarê pîşesazî li Sûriyê) bi Hesekê, Qamişlo û deriyê Til Koçer ê li ser sînorê Iraqê ve girê dide.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di Hezîrana 2015'an de navçeya Eyn Îsayê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir.

Piştî têkbirina DAIŞ'ê, Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê navçe wekî navenda çalakiyên xwe girt, ji ber ku nêzî Minbic û Reqayê ye ku DAIŞ'ê kiribû "Xîlafet".

Navçeya Eyn Îsayê veguherî navendeke xwedî giraniyeke siyasî û rêveberî ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Lê deste û saziyên bilind ên rêveberiyê lê hatin avakirin. Ji ber ku dikeve navîna herêmên rêveberiyê wekî Cezîrê, herêma Firat û herêma Reqayê.

JI ENIYEKE LI DJIÎ DAIŞ BER BI ENIYEK LI DIJÎ TIRKIYÊ

Piştî tunekirina DAIŞ'ê li baregeha wê ya dawî li Baxozê ya rojhilatê Sûriyê, çeteyên DAIŞ û malbatên wan veguherandin kampa Eyn Îsa ya li derdora navçeyê û kamp bi xurt hat asêkirin.

Dewleta Tirk di êrişên xwe yên 9'ê Cotmeha 2019'an dest pê kirin de, navçeya Eyn Îsa û kampa wê kirin hedef. Di encamê de bi sedan çeteyên DAIŞ'ê û malbatên wan reviyan Tirkiyê, li wir careke din hatin biçekkirin û careke din di êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatin bikaranîn.

Dewleta Tirk û çeteyên wê, kesên ku di vê rêyê de derbas dibûn, kirin hedef û sûcên şer li dijî wan bi kar dianî. Şehîdxistina Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef di 13'ê Cotmeha 2019'an de mînaka vê yekê ye.

Ji wê demê ve, dewleta Tirk û çeteyên wê yên navê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" li xwe dikin êrişên xwe yên li ser navçeya Eyn Îsa û sivîlên di rêya M4 a navbera Til Temir û Eyn Îsayê re derbas de didomînin.

BÎLANÇO

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane bi çalakiyên sekvaniyê û çekên giran êrişî cihên sivîlan ên gundên "Xalidiyê, Hoşan, Dibis û Şegirakê" yên li dirêjahiya rêya navdewletî yên di navbera Eyn Îsa û gundên Ebû Sira de navenda navçeyê dikin. Di encamê de 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 13 jî birîndar bûn, her wiha 6 gundên nêzî eniyên şer wêran bûn.

SÛCÊN ŞER

Komseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di 18'ê Îlona borî de hişyarî ji sûcên şer û binpêkirinên der-qanûnî yên komên çete yên dewleta Tirk li herêmên Bakurê Sûriyê yên dagirkirî da.

Komîteya Lêpirsînê ya Navnetewî ya Serbixwe di 14'ê Îlona borî de raporeke bi wêneyên ku bi rêya satellite kişadine, li ser sûcên çeteyên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê"  yên li herêmên dagirkirî pêk tîne amade kir. Di raporê de yekemîn car e çeteyên Sûriyê yên girêdayî dewleta Tirk bi pêkanîna sûcên şer tawambar kir.

RÊVEBERIYA XWESER BANG LI DEWLETÊN GARANTOR DIKE KU ÊRIŞÊN TIRKIYÊ RAWESTÎNE

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi domdarî nemaze bi dijwarbûna êrişên nêzî navçeya Eyn Îsayê re, bang li aliyên garantor di serî de jî Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dike ku berpirsyartiyên xwe yên li hemberî êrişên Tirkiyê pêk bînin û wê rawestînin.

RÛSYA Û AMERÎKA BÊDENG IN

Tevî agirbesta Tirkiyê û bi Amerîka re û ya Tirkiyê bi Rûsyayê re û tevî belavbûna polîsên leşkerî yên Rûsya û hêzên sînor ên hikumeta Şamê li xeta sînor û vekişandina QSD'ê 32 km ji sînor lê Tirkiye êrişên xwe li ser herêmê didomîne.

Li hemberî van êriş û sûcên Tirkiyê û binpêkirinên wê lihevkirina agirbestê û hedefkirina sivîlan li ser rêya M4, Rûsya û Amerîka bêdeng in.

Rûsyaya ku rola garantora agirbestê dilîze, heta niha erka xwe bi cih neanîye, tevî ku gelek caran şêniyên herêmê û rûspiyên wê peyamên derbarê pêkanîna lihevkirina bi Tirkiyê re jê re şandine.

ÇAVDÊR LI SER PEYMANEKE NÛ YA RÛSÎ-TIRKIYÊ HIŞYARÎ DAN

Çavdêrên rewşa Sûriyê dişopînin, hişyariya bazareke nû di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de li ser hesabê gelê Sûriyê dikin. Pê re êrişên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsa, gundên Til Temir û Zirgan ên herêma Cizîrê zêde dibin. Ev êriş hemwextî vekişandina leşkerên Tirk ji nuqteyên dagirkirine yên li gundewarên Hema, Idlib û Helebê pêk tên.

Li gorî çavdêran, dibe Rûsya li beramberî vê vekişandinê, lihevkirineke nû bi Tirkiyê re pêk anîbe, bi taybet du şandeyên Rûsî û Tirkî di navîna meha Îlona borî de li Tirkiyê hevdîtin pêk anîn û ji Tirkiyê xwestin ku li beramberî vekişandina ji van nuqteyan herêmên nû radestî wê bikin.

(bb)

ANHA