Medyaya Rûsya: Li Til Temirê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

Hate ragihandin ku li derdora navçeya Til Temirê di encama teqîna mayînekê de 2 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Medyaya Rûsya: Li Til Temirê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin
13 mijdar, 2020   16:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya RT ku agahiyên xwe spartine çavkaniyên leşkerî, 2 leşkerên dewleta Tirk a dagirker di encama teqîna mayînekê li derdora navçeya Til Temirê de hatin kuştin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku leşkerên dagirkeriyê dema mayîn diçandin, hatin kuştin.