Rojnameyên erebî: Li Şamê aloziya nan û sotmeniyê kûrtir dibe

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa rewşa Şamê, diyalogên Lîbyayê û aloziya Lubnanê kirin.

Rojnameyên erebî: Li Şamê aloziya nan û sotmeniyê kûrtir dibe
13 mijdar, 2020   08:37
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI ŞAMÊ, JI NÛ VE ALOZIYA SOTEMENIYÊ Û NAN’

Girêdayî kar û barên Sûriyê, rojnameya Şereq El-Ewsat wiha nivîsî: “Aloziya aboriyê li Şamê hemwextî bidawîbûna kongreya koçberên Sûriyê ya bi sponseriya Rûsyayê, kûrtir bû. Di demekê de ku lîreya Sûriyê dîsa daket û li hemberî pereyên biyanî kirîn bû 2 hezar û 582 lîreyên Sûriyê û firotin bi 2 hezar û 612 lîreyên Sûriyê.”

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku aloziya kûr li herêmên serweriya hikumetê berdewam dike û şênî pir bi zehmetî madeya nan peyda dikin. SOHR`ê hikumet ji wê yekê nîşan da ku nikare pêdiviya firnan ji ard peyda bike, her wiha ji ber daketina nirxê lîreya Sûriyê û bilindbûna nirxê zêr alozî kûrtir dibe.

SOHR`ê wiha diyar kir: “Li pêşiya firnekê li bajarê Soran ê bakurê Hemayê yê di bin serweriya hikumetê de, ji ber qerebalixa zêde alozî derket. Di aloziyê de birîndar çêbûn. Li firnên parêzgeha Lazîqiyê jî ji ber kêmbûna madeya genim ku ji wan re tê pêşkêşkirin, qerebalixek zêde heye.”

Çavkaniyan ji SOHR`ê re destnîşan kir ku ji ber tinebûna madeya ard firnên “Ebin El-Emîd” ên navdar li herêma Rukin El-Dîn a Şamê hatin girtin. Hemwextî wê yekê li firnên li herêmên serweriya hêzên hikumetê, ji ber kêmbûna ardê ku ji wan re tê pêşkêşkirin, pir qerebalix heye.

‘NAKOKIYÊN MEZIN DI DIYALOGÊN LÎBYAYÊ DE’

Girêdayî rewşa Lîbyayê, rojnameya El-Ereb wiha nivîseke xwe belav kir: “Aliyên siyasî yên Lîbyayê li rojhilat û rojavayê welêt, fikarên xwe li ser rêbazê seroka şandeya NY`yî ya li Lîbyayê Stephanie Williams anîn ziman, ku pêncşemê piştî 4 rojan xebatên hevdîtina Tunisê ya diyaloga siyasî ya yekser a Lîbyayê bi dawî bû.”

Williams di civîneke çapemeniyê ya derengiya şeva Çarşemê de wiha gotibû: “Beşdarên diyaloga Lîbyayê tekezî bi yekitiya Lîbyayê, serweriya wê û pêwîstiya wê bi hilbijartinên paqij kirin. Her wiha li ser gelek gavan û di nav de li ser destûrê, li hev kirin.”

Şîrovekarê siaysî yê Lîbyayê Kemal Meraş dibîne ku daxuyaniyên Stephanie Williams dikevin stratejiyekê nîşan dide ku dibe ku lihevkirinên girîng yên ji bo gihîştina peymanekê ji bo çarserkirina aloziya Lîbyayê, hebin.

 ‘TI NÎŞANEYÊN AVAKIRINA HIKUMETA LUBNANÊ TUNE NE’

Têkildarî rewşa Lubnanê jî rojnameya El-Exbar wiha nivisî: “Li şûna ku şandeya Fransa ya nû di gera xwe li Lubnanê de însiyatîfa Fransa xurtir bike, xuya ye ku ew dixwaze zanibe bê ka dê bi cezayên Amerîkayê re astengiyên avakirina hikumetê bên derbaskirin an na.”

Rojnameyê wiha domand: “Bi lez hêviyên bi serdana şêwirmendê serokê Fransayê yê kar û barên Rojhilata Jêrîn Patrick Durrell ji Lubnanê re ava bûne, ji holê rabûn. Durrell ku hewl dida însyatîfa Fransayê aktîf bike, rastî rewşa siyasî ya bi girêk hat ku dikare hemû însyatîfan ji holê rake, lê tevî vê yekê jî ew bi îsrar ma ku li ser însyatîfê bê lihevkirin lê belê bêyî ku ti pêşketinan di doza hikumetê de çêbibin.”

 ‘SÎNARYOYÊN MUHTEMEL YÊN DYA`YÊ’

Derbarê encamên hilbijratinên Amerîkayê de, rojnameya El-Nehar wiha nivisî: “Ji dema serkeftina Joe Biden şemiyê di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de, Donlad Trump binkeftina xwe qebûl nake û gelek endamên Kongresê yên komaparêz jî piştgiriya Trump dikin.”

Trump herî kêm li 5 wîlayetên sereke gilî pêkêş kirin ku hilbijartin bi awayekî sexte derbas bûne. Li Gorgia ku encam pir nêzî hev bûn, dê dîsa deng bên hejmartin. Dibe ku li wîlayeta Wisconsin jî heman tişt çêbibe. Lê xuya ye ku ew hewldan vala ne û encamên hibijartinan ne pêkan e ku bên guhertin.”

Pispor Barry Borden dibêje: “Îhtîmal heye ku Trump bi carekê binkeftinê qebûl neke. Heta niha doz li dijî encamên hilbijartinên 2016`an ku tê de bi ser ket vekiriye. Ji lewra dibe ku heta dawiya emrê xwe li dijî vê yekê derkeve. Dê baş be ku Trump bi binkeftina xwe qebûl bike.”

(cx, şx)