Saziyên xizmetgûzriyê ruxmî xeteriyan jî pêdiviyên şêniyên Eyn Îsayê bi cih tînin

Şêniyên navçeya Eyn Îsayê ji saziyên xizmetgûzariyê yên navçeyê razî ne, ku ruxmî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî navçeyê xebatên xwe pêk tînin.

Saziyên xizmetgûzriyê ruxmî xeteriyan jî pêdiviyên şêniyên Eyn Îsayê bi cih tînin
Saziyên xizmetgûzriyê ruxmî xeteriyan jî pêdiviyên şêniyên Eyn Îsayê bi cih tînin
Saziyên xizmetgûzriyê ruxmî xeteriyan jî pêdiviyên şêniyên Eyn Îsayê bi cih tînin
Saziyên xizmetgûzriyê ruxmî xeteriyan jî pêdiviyên şêniyên Eyn Îsayê bi cih tînin
13 mijdar, 2020   07:24
EYN ÎSA

Saziyên xizmtegûzarî yên navçeya Eyn Îsayê ya herêma Firatê bi xebatên ku didin meşandin pêdiviyên jiyanî yên şêniyan bi cih tînin. Di wê çarçoveyê de, li navçeyê û gundewarên wê eleketrîk bi dirêjahiya 24 saetan hate peydakirin û ava vexwarinê bi rêya torên avê yan bi rêya sehrîcên ku rojane kar dikin gihandin malên ku ava wan kêm e anku bi awayekî lawazî digihêje wan.

Şaredariya navçeyê her wiha li ser gazincên şêniyan, pirsgirêkên kanalîzasyonê û hwd bi lez çareser dike û ji giliyên şêniyan re dibe bersiv.

Şêniyên navçeyê aliyên ku tevî xeteriyan jî xebatên xizmetgûzariyê pêk tînin, spas kirin. Ji ber ku hin caran di dema pêkanîna xebatên restorekirinê de werşeyên eleketrîkê û avê rastî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tên.

Şêniyê bi navê Ehmed Eyûb diyar kir ku li herêmê tevahiya pêdiviyên wan wekî eleketrîk, av, nan û madeyên çandiniyê peyda dibin. Ev jî bi saya aliyên xizmetgûzarî ye yên ku hewl didin wan pêdiviyan bi buhayên guncew bi cih bînin.

Kurdiye Bozan a ji bajarokê HÎşe yê navçeya Eyn Îsauî jî aliyên xizmetgûzariyê spas kir, ji ber ku pêdiviyên wan ên sereke bi cih tîne.

Kurdiye destnîşan kir ku komîteyên çandiniyê ji wan re madeyên çandiniyê bi buhayên guncew peyda dike, da ku cotkaran ji keysbaziya bazirganan biparêze. Ji ber ku bazirgan semad, tov û derman bi nirxekî biha difroşin cotkaran.

Gerînendetiya Çandiniyê Semad û sotemeniyê bi nirxekî guncew dide şêniyan. ji ber ku piraniya şêniyên herêmê bi awayekî sereke debara xwe bi çandiniyê dikin. Gerînendetiya Çandiniyê tona semadê ku li sûkan bi 405 dolaran e, bi 350 dolarî dide şêniyan. Her wiha her lîtrekî madeyên sotemeniyê bi 75 lîreyên Sûriyê li hemû cotkaran tê belavkirin, ku li sûkê nirxê wan digihêje 275 lîreyên Sûriyê.

Şêniyê bi navê Xelef El-Cûma destnîşan kir ku aliyên têkildar hemû hîmên jiyana bi rûmet wekî av, nan, eleketrîk û hwd ji wan re peyda kiriye. Her wiha diyar kir ku Şaredariya Gel bi lez pirsgirêkên wan çareser dike û pêwîstiyên wan bi cih tîne.

Meclisa Navçeya Eyn Îsayê çavdêriya xebatên hemû komîteyên xizmetgûzariyê dike û hewl dide hemû xizmetan ji şêniyên navçeyê û gundewarê wê re pêşkêş bike.

Girêdayî mijarê, hevserokê Meclisa Navçeya Eyn Îsayê Mistefa Mihemed got ew xebatên xwe bi hemû komîteyên xizmetgûzariyê re koordîne dikin, da ku gelek zimetan pêşkêşî şêniyan bikin û bi lez bersiva daxwazên wan bidin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji dawiya sala par ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî navçeya Eyn Îsa û gundewarên bakur û rojavayê wê dikin. Lê tevî êrişan jî komîteyên xizmetgûzariyê karê xwe dewam dikin. Her wiha tîmên rewşên awarte ji bo restorekirina cihên ku ji ber topbaranê xerab bûne, 24 saetan di tevgerê de ne.

(şx)

ANHA