Li Şedadê dest bi projeya kanalîzasyonê hat kirin

Ji bo bersivdayîna giliyên şêniyan, Şaredariya Gel a Şedadê dest bi pêkanîna projeya kanalîzasyonê ya bi dirêjahiya 2 km kir.

Li Şedadê dest bi projeya kanalîzasyonê hat kirin
Li Şedadê dest bi projeya kanalîzasyonê hat kirin
Li Şedadê dest bi projeya kanalîzasyonê hat kirin
Li Şedadê dest bi projeya kanalîzasyonê hat kirin
Li Şedadê dest bi projeya kanalîzasyonê hat kirin
13 mijdar, 2020   08:01
HESEKÊ- BASIM EL-DEXÎL

Piştî giliyên şêniyên Şedadî yên li ser golên kanalîzasyonê ku ji ber pirsgirêkên ku di xetên kanalîzasyonê de çêdibin , Şaredariya Gel dest bi pêkanîna projeya kanalîzasyonê kir.

Cîgirê hevserokatiya Şaredariya Gel a navçeyê Husam El-Tean li ser projeyê wiha got: “Piştî erêkirina Komîteya Şaredariyan a kantona Hesekê, Şaredariya Gel dest bi pêkanîna projeyê kir ku yek ji projeyên dawiya salê bû.”

El-Tean destnîşan kir ku dê proje bi dirêjahiya 2 km û bi lêçûna 52 milyon lîreyên Sûriyê li cihên cuda yên navçeyê, pêk bê. Aramc jê ew e ku golên ku gelek nexweşiyan çêdikin û bi taybetî ji zarokan re, ava nebin..

Şaredarî niha li ser dirêjkirina xetên kanalîzasyonê li taxa bakurê navçeyê kar dike. Piştî ku wir bi dawî bike, dê li taxên başûrê navçeyê kar bike.

El-Tean sedemên derengmayîna projeyê wiha şîrove kir: “Ji ber qedexeya ku Şaneya Aloziyê ya Rêveberiya Xweser ji ber belavbûna vîrusa Koronayê ferz kiriye, her wiha ji ber aloziya aborî ya li herêmê, pêkanîna projeyê dereng ma.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Şaredariya Gel navçeya Şedadê bi dawîbûna salê re dest bi projeyên din kir, wekî avakirina stasyoneke tesfiyekirina avê û avakirina pire Keşkeş bi hevkariya bi şaredariya Mergeda re, her wiha avakirina pirên din li gundewarên navçeyê.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cgXORoR_374" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>