​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13- 11-2020`AN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13- 11-2020`AN
13 mijdar, 2020   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeya Amûdê li parka Sînema şehîdên komkujiya sînemayê bi bîr tînin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-60 sal di ser komkujiya sînemaya Amûdê re ku di encamê de 280 zarokên bajêr bûn qurban, derbas bûn, lê hîna nifş bo nişfê, çîroka wê bûyera ku hêzên ewlehiyê yên hikumeta Şamê bûn sebebê, vediguhêzin nifşên din. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyên Rojava bang li PDK'ê kir ku ji bo berjewendiyên gelê Kurd bixebite û ji pêkanîna berjewendiyên Tirkiyê dûr bikeve, her wiha bang li malbatên pêşmergeyan kir ku zarokên xwe dijî şerê birakujiyê hişyar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hiqûqnasan gotin: "Tecrîda ku dewleta Tirk a dagirker li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye sûcek e û qanûnên navneteweyî yên girêdayî girtiyên siyasî binpê dike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Sekreterê Giştî yê Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî Mihemed Ebas bang li PDK’ê kir ku li pişta gelê Kurd be, ne li pişta dijmin be û piştrast kir Kurdistan milkê gelê Kurd e û mafê tu malbatekê tune ye ku bi kêfa xwe bi kar bîne, mîna ku milkê wê be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Emîn Elîko got ku peymana li ser Şengalê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de firotina Şengalê di bazareke berjewendiyên dewletên cîhanê de ye. Elîko destnîşan kir ku peyman komployeke nû ye, Tirkiyê plan kiriye û PDK pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Dibistana astengdarên bihîstin û axaftinê, li bajarê Reqayê hate vekirin. Ev dibistan li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya yekemîn e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xwendekar û mamosteyên Rojava gotin: "Çawa dihêlin ENKS'ê li ser fêrbûna bi zimanê kurdî dan û standinan bike ku yek ji berhemên keda şehîdan e." Mamosteyan destnîşan kir ku ev daxwaza han dikeve xizmeta dewleta Tirk û planên wê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şêniyên navçeya Eyn Îsayê spasiya saziyên ku tevî êrişên domdar ên dewleta Tirk û çeteyên xizmetê dikin, kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cotkar û berpirsên Komîteya Çandiniyê ya kantona Şehbayê destnîşan kir ku hikumeta Şamê dorpêç ferz kiriye, bi wê re jî bandoreke mezin li ser çandiniyê kir, rûberên çandiniyê qels bûn û di encamê de hejmara bêkariyan zêde bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariya Gel a Şedadê dest bi projeya çarekirina pirsgirêkên kanalîzasyonê ya bi dirêjahiya 2 km kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA