​​​​​​​Mihemed Ebas: Divê PDK'ê li pişta kurdan be, ne li pişta dijmin

Sekreterê Giştî yê Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî Mihemed Ebas bang li PDK’ê kir ku li pişta gelê Kurd be, ne li pişta dijmin be û piştrast kir Kurdistan milkê gelê Kurd e û mafê tu malbatekê tune ye ku bi kêfa xwe bi kar bîne, mîna ku milkê wê be.

​​​​​​​Mihemed Ebas: Divê PDK'ê li pişta kurdan be, ne li pişta dijmin
13 mijdar, 2020   04:18
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Di destpêka Îlona îsal de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdanê dewleta Tirk kir û bi Recep Tayyîp Erdogan û wezîrê wî yê karên derve Mevlûd Çavuşoglu re rûnişt, her wiha Çavuşoglu jî bi twittekê got wan bi Barzanî re li ser çawaniya şerkirina PKK’ê li hev kiriye.

Piştî wê serdanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nakokî gur kirin û hêzên leşkerî yên taybet tevî çekên giran sewqî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin, pişî wê jî Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî daxuyaniyek da û tê de şerê li dijî tevgera rizgariyê rewa kir.

Girêdayî mijarê Sekreterê Giştî yê Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî Mihemed Ebas li ser sedemên aloziyê, armancên wê û aliyên ji  sûd digirin, her wiha aliyê ku dê rê li şerê kurdî-kurdî bigire, axivî.

Ebas behsa dîroka damezrandina PKK’ê kir û wiha got: "Damezrandina PKK’ê, jinûve vejandina doza Kurdî bû."

Ebas ê ku bi dehan salan temenê xwe di karê siyasî de derbas kiriye destnîşan kir ku ji dema damezrandina PKK’ê de rastî êrişên hovane tê, ji ber xwe dispêre fikrên bidestxistina mafên gelê Kurd û wiha domand: "Hin çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên ji kurdan jî û hin partiyên Kurd ên li ser kurdan tên hesibandin li rex dijminên gelê Kurd, şerê kurdan kirin."

Ebas diyar kir ku dijminên gelê Kurd, di serî AKP’ê û serokê wê Erdogan, projeyeke wan heye û dixwazin li ser erdnîgariya kurdan pêk bîne, hewl dide vê erdnîgariyê dagir bike, demografiya wê biguhere û dîroka Kurd têk bibe.

Ebas da zanîn ku gurbûna îro li Başûrê Kurdistanê bi destê PDK’ê pêk tê, bi hedefa têkbirina dîrok û erdnîgariya Kurdistanê ye û wiha pê de çû : "PDK li Başûrê Kurdistanê bi dewleta Tirk re alîkar e û em naxwazin PDK têkeve xefka van xwestekan, em di agahdarkirina Serok Mesûd Barzanî de berdewam in, rexnekirin û hişyarkirina wî ji erka me ye, ji ber erdnîgariya Kurdistanê ne milkê tu malbatekê ye."

Ebas di berdewama axaftina xwe de wiha da zanîn: "Gel bawerî da Mesûd Barzanî, lê dema gel bixwaze dê bikare wê baweriyê jî jê bistîne."

Ebas bi lêv kir ku erdnîgariya Kurd, welatê Kurdan e û ne ji mafên tu aliyekî ye bi kêfa xwe bi kar bîne û wiha got: "Ne ji mafên tu malbatekê ye, çi malbata Barzanî dibe yan jî çi malbata Talibanî dibe yan jî çi malbateke dîtir dibe bila bibe, bi awayekî kesayetî û ferdane bi doz û yekitiya Kurd bilîze, ev reftara ferdî jî nayê qebûlkirin."

Mihemed Ebas bang li serokê PDK’ê Mesûd Barzanî kir ku helwesta PKK’ê di dema ragihandina Barzanî ya referendoma di Îlona 2017’an de bîne bîra xwe û piştevaniya wê jê re dema tevahiyan dev jê berdaye. Her wiha Ebas bang li Barzanî kir ku bîne bîra xwe dema gerîlayên PKK’ê li rex şêniyên Başûrê Kudistanê li Kerkûk, Hewlêr sekinîne û parastina bajarên Kurdan li hember êrişên DAIŞ’ê kiriye, her wiha bila Barzanî helwesta gerîlayan a parastina êzidiyên Şengalê, piştî ku pêşmerge bi fermanên leşkerî jê revîne, bîne bîra xwe jî.

Ebas piştrast kir ku Kurdistan ne milkê tu malbatekê yan jî ferdekî ye, ji mafên her hêzeke kurdistanî ye ku li erdnîgariya Kurdistanê bi kêfa xwe tevbigere û parastina wê li hember êrişan bike û piştrast kir ku ji mafên wê parastina herêmên kurdan di her demê de bike.

Ebas, PDK li ser xeteriya ku bi mafên Kurd dike hişyar kir û bang lê kir ku li yekitiya Kurd vegere û beşdarî berpirsiyariya li hember gelê Kurd be û wiha got: "Bila biryara der heqê Kurdan de, giştî be û berpirsiyariya KNK’ê be."

Sekreterê Giştî yê Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî Mihemed Ebas diyar kir ku ew helwesta PDK’ê ya dijî PKK’ê red dike û misoger kir ku nabe tu hêzeke kurdî bi çi behaneyê dibe bila be şerê hêzeke din a kurdî bike.

Ebas berdewam kir ku tişta ku îro li Başûrê Kurdistanê dibe bi encama koordîne û hevkariya di navbera dewleta Tirk û PDK’ê de ye, ew jî bi hewldana têkbirina PKK’ê ye, ev yek jî piştî serdana Nêçîrvan Barzanî ji Enqereyê re pêk hat.

Ebas îşaret pê kir ku divê PDK bi şervanên HPG’ê serbilind be, ji ber pêşengên azadî û siwarên rojhilat in û şerê dijminê gelê Kurd dikin.

Mihemed Ebas bang li gelê Kurd ê li Başûr û tevahî Kurdistanê kir ku bi rihê berpirsiyartî li hember vê pêvajoyê tevbigerin û israr bikin yekitî û kongreyeke nîştimanî ya Kurdistanî li dar keve.

Ebas bang li PDK’ê kir ku vegere rêya rast, pişt xwe bide gelê Kurd û ji dijminê Kurd bi dûr keve û wiha domand: "Bila gelê Kurd piştvanê te be û rêveberên Kurd hêvî dikin ku rewşên li herêmê berçav bigirin û merheleyê baş binirxînin û bi rihê biratî ber bi vê pêvajoyê ve biçin."

Sekreterê Giştî ya Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî Mihemed Ebas di dawiyê de bang li PDK’ê kir ku asteng û nakokiyan rake û li ser maseya diyalogê rûne, her wiha nebe sedema pêxistina şerê kurdî-kurdî. Ji ber ew şer dikeve xizmeta dijminên kurdan.

(fr)

ANHA