'Ji ber dorpêçê çandinî bi paş ket û bêkarî zêde bû’

Cotkar û berpirsên Komîteya Çandiniyê ya kantona Şehbayê destnîşan kir ku hikumeta Şamê dorpêç ferz kiriye, bi wê re jî bandoreke mezin li ser çandiniyê kir, rûberên çandiniyê qels bûn û di encamê de hejmara bêkariyan zêde bû.

'Ji ber dorpêçê çandinî bi paş ket û bêkarî zêde bû’
'Ji ber dorpêçê çandinî bi paş ket û bêkarî zêde bû’
'Ji ber dorpêçê çandinî bi paş ket û bêkarî zêde bû’
'Ji ber dorpêçê çandinî bi paş ket û bêkarî zêde bû’
'Ji ber dorpêçê çandinî bi paş ket û bêkarî zêde bû’
13 mijdar, 2020   03:22
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Kantona Şehbayê bi çandiniya genim û ceh, kartol û pîvazan navdar e, ev berhem jî ji madeyên girîng ji şêniyên herêmê re ye, ji ber debara jiyana wan e.

Lê belê hikumeta Şamê ji 3 salan ve dorpêçek ferz kiriye, nahêle kelûpel derbasî kantonê bibe; mîna xwarin, sotemenî, pêdiviyên çandiniyê ji tov, semad û dermanan.

Ev dorpêç bi awayekî mezin îsal tundtir bû, ji ber hikumet nahêle tiştek derbasî Şehbayê be. Bi wê re jî şêniyan da zanîn ev rêbazeke fişarê li dijî wan e, li gel wê jî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hene, da ku vîna gel ya berxwedanî têk bibin.

Vê dorpêçê bandoreke mezin li rewşa çandiniyê ya herêmê kir, ji ber hikumeta Şamê nahêle sotemenî derbas be û traktor nikarin cot bikin, her wiha nahêle tov, semad û derman derbas be. Bi wê re azarên cotkarên herêmê mezin dibe û komîteya çandiniyê jî bi sedema dorpêçê nikare piştevaniya cotkarên Şehbayê bike.

 ‘QEDEXEKIRINA DERBASBÛNA PÊDIVIYÊN ÇANDINIYÊ ÇANDINÎ PAŞ XIST’

Girêdayî mijarê, cotkar Mihemed Betal destnîşan kir ku çandiniya îsal ji salên borî dijwartir e, ew jî bi sedema dorpêçkirina taybet a hikumeta Şamê û nahêle tov, semad û derman derbasî herêmê bibe û wiha got: "Vê dorpêçê bihayên pêdiviyên çandiniyê du qatî zêde kirin, her bihayê bermîleke mazotê gihaşt 160 hezar lîreya Sûriyê. Lê par nedigihaşt 50 hezar lîreya Sûriyê. Digel nebarîna baranê û dorpêçê em nikarin zeviyên xwe av bidin, bi wê re jî em nikarin biçînin."

 ‘DORPÊÇÊ RÛBERÊN ÇANDINIYÊ YÊN LI ŞEHBAYÊ QELS KIRIN Û BÊKARÎ ZÊDE KIR’

Endazyarê çandiniyê Nisrîn Mihemed ku Hevseroka Komîteya Çandiniyê ya Şehbayê ye destnîşan kir ku ew ji 3 salan ve azarên mezin di warê dabînkirina pêdiviyên çandinî û sotemeniyê de dikişînin û wiha axivî: "Vê yekê bandoreke mezin li ser projeyên çandiniyê yên li herêmê kir, bi wê re rûberên mezin ên çandiniyê qels bûn."

Nisrîn Mihemed da zanîn ku qelsbûna rûberên çandiniyê, ji ber dorpêçê ye, wê jî bandorek li ser jiyana şêniyan kir ku pişta xwe didin çandiniyê û wiha pê de çû: "Dorpêçê hişt ku hejmara bêkariyan zêde be û dabînkirina pêdiviyên jiyanî yên pêwîst dijwar be."

Nisrîn Mihemed diyar kir ku wan piştevaniya cotkaran dikir, da ku zeviyên xwe biçînin, çi tov an jî pêdiviyên dîtir be. Lê belê îsal ji ber dorpêçê nikarin piştevaniya wan bikin.

 ‘QELSBÛNA ÇANDINIYÊ, BANDOR LI XWEDÎKIRINA PEZ JÎ KIR’

Nisrîn Mihemed bi lêv kir ku bi sedema dorpêçê bandor li dewlemendiya sewalvaniyê jî hat kirin û wiha gotina xwe berdewam kir: "Tu çêregeh tune ye ku têra pez bike û ka jî tune ye, her wiha bi wê re jî bandor li xwedîkirina pez jî kir."

Endazyar Nisrîn Mihemed bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku fişarê li hikumeta Şamê bikin da ku dorpêça li ser kantona Şehbayê rake.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dMhum-ATgyU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>