Çete ji Lîbyayê tên derxistin lê Wîfaq hewl dide asteng bike

Berpirsê Tîma Ewlehî ya Şandeya NY'yê ya ji bo Lîbyayê Selîm Reed got, komîteya leşkerî ya Lîbyayê li ser derxistina çeteyên û çekdarên biyanî ji eniyên şer li hev kirin û destnîşan kir hikumeta Wîfaqê ya ku Tirkiyê desteka wê dike, hewl dide lihevkirinê asteng bike.

Çete ji Lîbyayê tên derxistin lê Wîfaq hewl dide asteng bike
12 mijdar, 2020   18:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Selîm Reed di kongreya çapemeniyê ya komîteya dan û standinên leşkerî de ku li Sirtê pêk hatî got: "Vekişandina çeteyan ji eniyên şer gava yekemîn a beriya derxistina wan ji Lîbyayê ye."

Her wiha got, lihevkirin li ser ewlekirin û vekirina rêya beravî ye.

Tevî hêviyên girêdayî diyalogên lîbyayî yên siyasî yên ku roja duşema borî li Tûnisê dest pê kirin û dan û standinên komîteyên leşkerî ya li Sirtê, nûnera Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Lîbyayê Stephanie Williams pêşbîniyên xwe ji pêşketinên çêbûye anî ziman. Berdevkê hêzên hikumeta Wîfaqê Mihemed Qununu got: "Ya ku li Sirtê qewimî gavek pêşda nayê hesibandin, lê belê gavek li hewa ye, heke em nebêjin paşde ye."

Her wiha got "Heke rewş neyê rastkirin, em ditirsin ku bibêjin dibe ku dan û standin encam nede."

Girêdayî mijarê, di belgeya erkan a Meclisa Serokatiya Lîbyayê ya nû ya ku îro li Forma siyasî ya Lîbyayê ya li Tûnisê hate pêşandan de bendek heye ku lihevkirinên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi Fayiz El-Serac re pêvajoya demkî xurt dike û hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Lîbyayê mîsoger dike.