Çeteyên dewleta Tirk 3 sivîl li beramberî fidyeyê berdan

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 sivîl ku demên berê ji navçeya Mabata ya Efrînê revandibûn, li beramberî hezar lîreyên tirkî berdan.

Çeteyên dewleta Tirk 3 sivîl li beramberî fidyeyê berdan
12 mijdar, 2020   18:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên "Cebha El-Şamiya" ya girêdayî dewletên Tirk a dagirker demên berê Reşîd Qasim, Mihemed Elî Neisan û Ramî Îbrahîm ji navçeya Mabata ya kantona Efrînê revandibûn.

Çeteyan her 3 kes ku endamên meclisên herêmî yên ku dagirkeran ava kirine, li beramberî fidyeya bi mîqdarê hezar lîreyên tirkî ji bo her yekî berdan.

(bb)

ANHA