​​​​​​​Li Tirbespiyê dengê balafiran tê bihîstin

Berbanga îro dengê balafirên şer û helîkapteran bi dijwarî li asîmanî gundên bakurê rojhilatê navçeya Tirbêspiyê hat bîstin ku tê texmînkirin ku ên dewleta Tirk bin.

​​​​​​​Li Tirbespiyê dengê balafiran tê bihîstin
12 mijdar, 2020   10:37
QAMIŞLO

Berbanga îro balafirên şer li asîmanê herêmên sînorê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê li navçeya Tirbêspiyê de geriyan ku tê payîn ku balafirên dewleta Tirk in.

Çavkaniyên ji herêmê diyar kir ku balafirên şer ên ku li ser herêmên Tirbespiyê yên sînor digerîn, yên dewleta Tirk a dagirker in.

Ev gerîna balafirên şer piştî ku duh dewriyeyên Rûsyayê li herêmên sînor ên bakur rojhilatê navçeya Tirbêspiyê çêbû, pêk hat.

(dm)

ANHA