Rojnameyên erebî: Rûsya careke din li Sûriyê bi bin ket

Rojnameyên erebî yên vê sibê behsa kongreya penaberan a ku duh li Şamê dest pê kir, hevkariya Misir-Yewnanistanê, dan û standinên Lîbyayê û rewşa Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Rûsya careke din li Sûriyê bi bin ket
12 mijdar, 2020   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

‘RÛSYA CAREKE DIN LI SÛRIYÊ BI BIN KET’

Têkildarî mijarê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Rûsya hemû hewldanên xwe kirin da ku kongreyeke navneteweyî têkildarî penaberên ji Sûriyê ku roja çarşemê li paytexta Şamê dest pê kiribû, li dar bixe. Serokê Rûsyayê Pûtîn, nûnerê xwe yê taybet ji bo Sûriyê Aleksander Lavrentiev şand Bexda, Umman û Beyrûtê da ku piştgiriyê bide kongreyê."

Rojnameyê bi berdewamî wiha da zanîn: "Di dema derbasbûyî de, Moskovê xebatên xwe yên dîplomatîk ji bo lidarxistina kongreyê, bi armanca peydakirina rêyên nû û rojevkirina raya giştî lê bêyî ku bandoreke yekser li ser rêgezên li Sûriyê bike, zêde kir.

Lê diyar e ku hewldanên wê bi bin ketin. Gelek çavdêr dibînin ku Moskov careke din îsbat kir ku ew nikare çareseriyên siyasî ku hemû aliyên sûrî razî bike, peyda bike.

Moskov ev demek e hewl dide ku heman taktîka berê bimeşîne, lê vê carê bi navê "Vegera penaberan" dimeşîne. Rûsya, hilbijartinên serokatiyê yên Amerîkayê, rewşa Ewroyê û bêbandorbûna Komkara Erebî, wek derfet ji bo pêkanîna taktîka xwe ya nû bi kar anî.

Analîzvan dibêjin piştî ku Moskov di lidarxistina kongreyê de beriya du salan bi bin ket, îro heman hewldanê dubare dike, lê bêyî ku fikr û projeyên nû pêşkêş bike.

A girîng ku Rûsya bi vê hewldana xwe nameyek da cîhanê ku Sûriye di bin hakîmiyeta wê de ye. Moskovê bi navê Wezareta Parastinê vexwendname bi rê kir û ev jî diyar dike ku ew cihê biryardayînê ye.

Di heman demê de, Moskov dixwaze alîkariya ku ji bo penaberên sûrî tê rêkirin, tenê dixwaze bi rêya rejîmê be. Vê gava xwe jî piştî ku yek ji dergehên mirovî li Bakurê Sûriyê girt, pêk tîne.”

‘KOORDÎNEYA MISIR-YEWNANISTANÊ LI HEMBERÎ PROVOKASYONÊN DEWLETA TIRK’

Têkildarî mijarê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Hîna mehek di ser lûtkeya sêalî ya bi serokê Qibrisê re derbas nebûye, serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis di hevdîtina dualî ya ku duh bi serokê Misirê Sîsî re pêk aniye, ragihand ku Misir û Yewnanistanê pêşbîniyên xwe li ser destwerdana Amerîkayê bi awayekî zêde di rojhilatê Deryaya Spî de di serdema serokê Amerîkayê yê nû Biden de tînin ziman.

Sîsî ku serdana Atînayê kir, wê serdana xwe çend rojan dewam bike.”

‘DIRÊJKIRINA DAN Û STANDINÊN LÎBYAYÊ LI TÛNISÊ’

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Çavkaniyên ji hundirê komxebata Tûnisê ya dan û standinên lîbî, texmîn kir ku xebata komxebatê ku dihat payîn sibê bi dayîna daxuyaniya dawî, bi dawî bibe, were dirêjkirin. Li gorî heman çavkaniyê, hilbijartina meclisa serokatî û hikumeta nîştimanî hate taloqkirin û ev xal wê di dawiya komxebatê de were nîqaşkirin."

Rojnameyê bi berdewam got: "Di komxebatê de, parçebûneke dijwar heye. Hin alî dibêjin ku meclisa serokatî ya ku hemû erk di destê wî de were komkirin, lê bloka Îxwanî israr dike ku meclisa serokatî tenê sembolîk be, lê erk hemû di destê hikumetê de be."

‘TEVGERA FRANSAYÊ BER BI LUBNANÊ VE’

Têkildarî rewşa Lubnanê, rojnameya El-Nehar nivîsî: "Li gorî aganiyan nûnerê fransî Patrick Durrell di serdana xwe ya Lubnanê de wê bi gelek kesayetan wekî her sê serokan, serokên 8 blokên parlamentoyê ku serokê Fransayê piştî teqîna 4`ê Tebaxê bi wan re hevdîtin kiribû, hevdîtinê bike."