‘Pergala hevserokatiyê berhema berxwedana jinan e’

"Xwestekên betalkirina pergala hevserokatiyê li saziyên rêveberiyê bi hedefa vegera li rejîma destpotiyê ya beriya 2011’an û pêkanîna hedefên dewletên kapîtalîst ên dîktatorî ye."

 ‘Pergala hevserokatiyê berhema berxwedana jinan e’
12 mijdar, 2020   03:36
REQA-EHMED KEMYAN

Cîgira Serokatiya Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser Rûken Mela Îbrahîm li ser xwestekên ENKS’ê yên rakirina pergala hevserokatiyê di saziyên Rêveberiya Xweser ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li gel xwestekên betalkirina perwerdeya bi zimanê kurdî, axivî.

Rûken Mela Îbrahîm wiha got: "Ji destpêka ragihandina şoreşê li Rojava, şoreş bi navê "Şoreşa Jinê" hat binavkirin. Ji ber rola jinan a aktîf di damezrandina Rêveberiya Xweser de hebû, nexasim di rêveberiyên li herêmên Cizîr, Efrîn û Kobanê yên 2014’an de."

Rûken Mela Îbrahîm wiha domand: "Jinan roleke aktîf lîst û beşdariya wê di rêxistina civak û tevahî astan de ji sedî 50’î ye. Lê heke jinan bi sedan qurbanî û têkoşîn neda nedigihîşt vê pêvajoyê, û niha bi hezaran têkoşber hene."

Rûken Mela Îbrahîm di axaftina xwe de şehîd Hevrîn Xelef a ku parastina azadî û fikra jinan dikir, şehîd Arîn Mîrkan, Yadê Eqîde û hwd ên di oxira bidestxistina azadiya jinan de canê xwe daye, bi bîr anîn.

Rûken Mela Îbrahîm da zanîn ku pergala hevserokatiyê ji valahiyê nehatiye, lê belê bi kedên berxwedana jin û têkoşînê hatiye û êdî bûye modelek ku tevahî cîhanê pê kêfxweş e.

Rûken Mela Îbrahîm bi navê Desteya Jinan û tevahî jinên têkoşer xwestekên ENKS’ê yên rakirina pergala hevserokatiyê şermezar kirin û wiha pê de çû: "Em bi tu awayî alîgiriya van xwestekan nakin, ji ber ev pergala ji valahiyê nehatiye, lê belê berhema têkoşîn û qurbaniyan e."

Cîgira Serokatiya Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser Rûken Mela Îbrahîm destnîşan kir ku, ger jin beşdarî pergalên siyasî û leşkerî û rêveberiyê nebe, pergal kêm e û bang li tevahî jinan kir ku li dijî van xwestekan rabin û wiha bi lêv kir: "Em ê têkoşînê berdewam bikin, parastina mafên jinan bikin û ji bo standina mafên jinan li ber xwe bidin.

Rûken Mela Îbrahîm di dawiyê de got ev xwestek pêkanîna hedefên dewletên kapîtalîst û dîktatorî ne, nexasim jî dewleta Tirk a dagirker. Ji ber dewleta Tirk hemû hêza xwe ji bo têkbirina berxwedana jinan bi kar tîne.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4iAqrbB9yzw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>