Wê dengên hilbijartinên Amerîkayê li Georgia careke din werin jimartin

Desthilatên eyaleta Georgia ya Amerîkayê biryar da ku careke din dengên hilbijartinên Amerîkayê werin jimartin.

Wê dengên hilbijartinên Amerîkayê li Georgia careke din werin jimartin
11 mijdar, 2020   17:05
 NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê eyaleta Georgia Brad Ravensburger ragihand ku desthilatên eyaletê biryara ji nû ve jimartina dengên hilbijartinên Amerîkayê daye. Piştî ku diyar bû, cudahiyek di dengên Biden û Trump de bi rêjeya ji sedî 0.5 heye, ev biryar hate ragihandin.  

Eyaleta Ceorgia bi awayekî mezin bandor li hilbijartinên Amerîkayê dike.

(şx)