Rûsyayê îdiayên Erdogan ên tevlêbûna Tirkiyê di hêzên parastina aştiyê de li Qerebaxê red kirin

Îro Rûsyayê bersîva îdiayên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan da û got hêzên Tirkiyê wê tev li hêzên parastina aştiyê ya li Qerebaxê nebe.

Rûsyayê îdiayên Erdogan ên tevlêbûna Tirkiyê di hêzên parastina aştiyê de li Qerebaxê red kirin
11 mijdar, 2020   15:36
 NAVENDA NÛÇEYAN

Kremlînê piştast kir ku daxuyaniya sêalî ya serokên Rûsya, Azerbaycan û Ermenistanê îşaret bi tevlêbûna hêzên Tirkiyê di hêzên parastina aştiyê de ya li herêmê nekir. Lê Enqere israr dike ku dê hêzên wê tev li parastina aştiyê li Qerebaxê bibe.

Serokê Tirk di demek berê de gotibû: “Tirkiyê dê li rex Rûsyayê cih di hêzên parastina aştiyê li Qerebaxê de bigire.”

Her wiha berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov di kongreyek çapemenî de diyar kir ku her sê aliyan Rûsya, Azerbaycan û Ermenistanê li ser hebûna leşkerên Tirk li Qerebaxê li hev nekirine.

(şx)