Li Deryaya Spî dor li dewleta Tirk teng dibe; Misirê piştgirî da Yewnanistanê

Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî tekez kir ku dê welatê wî li hemberî provokasyonên dewleta Tirk ên li Deryaya Spî, li kêleka Yewnanistanê bisekine.

Li Deryaya Spî dor li dewleta Tirk teng dibe; Misirê piştgirî da Yewnanistanê
11 mijdar, 2020   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Sîsî di dan û standinên bi serokkomara Yewnanistanê Katerina Sakelaropulu re got welatê wî li hemberî provokasyonên li Deryaya Spî dê li kêleka Yewnanistanê bisekine û tekez kir ku îmzekirina peymana diyarkirina sînorên deryayî, asta hêvî û xurtbûna têkiliyên her du aliyan nîşan dide.

Serokkomara Yewnanistanê Katerina Sakelaropulu jî wiha got: “Em ê bi we re rageşiya xeternak û binpêkirinên domdar ên dewleta Tirk ên li herêmê, nîqaş bikin.”

Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî duh gihaştibû Yewnanistanê. Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Misirê, dê serdana El-Sîsî dirêj biajo.

Tê payîn ku her du alî, têkildarî gelek dozên herêmî û navneteweyî û di serî de rewşa herêma rojhilatê Deryaya Spî û têkoşîna li dijî terorê û fikrên radîkal, werin nîqaşkirin.

(cx)