Însiyatîfa Gel a Kurdistanê banga mezinkirina berxwedanê kir

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku divê gel bi her awayî çalakiyan li dar bixe û Bakurê Kurdistanê li hikumeta AKP'ê biherimînin.

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê banga mezinkirina berxwedanê kir
11 mijdar, 2020   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN 

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê têkildarî pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku armanca vê pêngavê azadiya rêber Abdullah Ocalan e û wiha hate gotin: "Azadiya fîzîkî ya rêber Apo di heman demê de serketina şerê azadî û hebûnê yê gelê Kurd e."

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Li dijî xiyanet û teslîmiyeta ku înkar û tunekirinê li ser jiyana me ya azad û hebûna me ferz dike, ji bilî parastina azadî û hebûna xwe rêyeke din li pêşiya me nîne. Lewma mafê me yê herî civakî ye ku em xwe û gelê xwe bi rêxistin bikin û li dijî qirkerî û faşîzmê hebûna xwe biparêzin, azadiya xwe misoger bikin."

Însiyatîfa Gel ragihand ku gelê Kurd û hêza wê ya pêşeng bi têkoşîna xwe ya 45 salan dewleta Tik a qirker, mêtinger û faşîst lawaz kiriye, gihandiye ber hilweşînê û wiha dewam kir: "Lewma dewleta Tirk tevî ku xeleka herî stratejîk a modernîteya kapîtalîst e, di heman demê xeleka herî lawaz a wê sîstemê ye. Têkbirina vê xeleka lawaz, jêbirina wê ji ser dîroka mirovahiyê, tê wê wateyê ku derba kuştinê li sîstema modernîst bê xistin."

'EM Ê BI BERXWEDANÊ PÊŞEROJA AZAD BI SER BIXIN’

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, yê ku gelê Kurd li ser piyan hişt, kir ku li ber dagirkerî, mêtingeriyê rabe û li ber xwe bide Tevgera Azadiyê ya bi pêşengiya rêber Abdullah Ocalan e û hate gotin: "Ya ku em ê bi berxwedanê û bi şer bi dest bixin, pêşeroj û siberoja me ya azad e. Di serî de gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, her wiha hêzên demokratîk, divê bêjin 'roj roja xwedîderketina li rûmeta xwe ye' û ti Kurdekî bi rûmet û azad divê li şûna xwe rûnenê. Mirovê azad ew mirov e ku xwe bi rêxistin dike û çalakiyan dike.

Ji bo berxwedanê gelek sedemên me hene, ti hincet nîn e ku me ji berxwedanê vegerîne!

Di pêvajoyeke wiha de hewldanên yekîtiya neteweyî yên Kurdan gelekî girîng û pêwîst in. Lê belê ev hewldanên yekîtiyê divê tenê li qada siyasî nemîne, her welatparêz, her Kurdê bi rûmet divê yekîtiya xwe ya neteweyî ya civakî pêk bînin."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Gelê me yê li Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê ji îro û pê ve divê bê teredût însiyatîfa lidarxistin çalakiyên bi her awayî bi kar bîne û Bakurê Kurdistanê li AKP'ê biherimîne.

Di serî de jin û ciwan em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li her devera lê dimînin, bi dilsoziya bi azadî û rûmeta xwe berxwedanê mezin bikin."