Tevgera Ciwanan bang li SOHR`ê kir: Werin navendên me û kar û xebatên me bişopînin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Suriyê bang li SOHR`ê kir û got: " Hûn dikarin werin navendên me jî bibînin û kar û xebatên ku em li ser erdê didin meşandin bişopînin. Li tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Suriyê muxatabên me û meclisên me hene. Çi pirs û daxwazên we ji rêxistina me hebin hûn dikarin pirs bikin."

Tevgera Ciwanan bang li SOHR`ê kir: Werin navendên me û kar û xebatên me bişopînin
11 mijdar, 2020   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Ciwanên Şoreşger a Sûriyê têkildarî nûçeya SOHR`ê ku îdîa kiribû ku rêxistina wan zarokên bi temen biçûk dibe û wan li kampên leşkerî perwerde dike, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Meclisê anî ziman ku SOHR saziyeke fermî ye ku di asta navnetewî de tê naskirin û esasgirtin, ji ber vê yekê jî girîng e ku agahiyên ne rast, bê ku werin piştrastkirin neyên weşandin.

Her wiha Meclisa Ciwanan bang li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê û QSD'ê kir ku lêkolînên pêwîst bikin û li dijî van îdîayên bêbingeh ên li dijî tevgera zelal bikin.

Naveroka daxuyanî wiha ye:

"Di 9'ê vê mehê de me li ser malpera fermî ya SOHR'ê di derbarê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûrî de nûçeyek bêbingeh xwend. Di naveroka nûçeya navborî de, hate îdiakirin ku "Tevgera me ya Ciwanên Şoreşger a Sûrî zarok û ciwan revandin û birin leşkeriyê. Em dixwazin hûn zanibin ku ev nûçe bêbingeh e û nerast e.

Berê me di vê mijarê de bang li we kir. Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, heya niha çalakiyek me ya wiha çênebûye. Em dixwazin hûn zanibin ku tu têkiliya me bi ya ku hûn hewl didin sûcdar bikin re tune ye. Bi fermî, tenê QSD çalakiyên leşkerî li Bakurê-Rojhilata Sûriyê dike. QSD ji hemû çalakiyên leşkerî berpirsiyar e. Mîna li her welatekî cîhanê, li Bakur-Rojhilata Sûriyê qanûnek li ser leşkeriya mecbûrî heye.

Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûrî, me SOHR wekî rêxistinek nehikûmî ya serbixwe û bêalî ya navneteweyî û rêxistinek ku mafên mirovan diparast nas dikir. Lê belê mixabin, me dît ku ne wisa ye, nemaze ji ber nûçeyên bêbingeh ên di derbarê tevgera me ciwanan de. SOHR neçar e ku îddîayên bêbingeh ên li dijî tevgera me ya ciwanan îsbat bike. Ger ev îddîa neyên pejirandin, SOHR neçar e ku li ser nûçeya ku çêkiriye sererastkirinekê çêbike. Wekî din pêbaweriya SOHR dê ji ber van îdîayan zirarê bibîne.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Suriyê rêxistinekê civakî û çandî ye. Em li tevahî deverên Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Suriyê de, di nava gelê xwe de, xwe birêxistin dikin û li gelek deveran navendên me yên fermî hene. Ciwanên ku tevlî nava kar û xebatên me dibin, tevlî xebatên rêxistinî, siyasî, çandî, aborî û werzîşê dibin û vê xebatê di cihê ku lê jiyan dikin de, didin meşandin. Îdîayên ku dibêjin kampên me yên leşkerî hene û di van kampan de em ciwanên temen biçûk li dijî îradeya wan û ya malbatên wan digirin bi temamî ne rast in.

Wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger di nava meclisên me de komîteyên me yên parastinê hene û ev jî bi awayekî kordîne bi HPC‘ê re xebatên xweparastinê di nava civakê de didin meşandin. Endamên wan komîteyan li gund, tax û bajarên xwe de li ser kar in û ji malbatên xwe qut nebûn.

Di van deman de hinek saziyên ragihandinê, ku di bin hakîmyet û bandora istixbarata tirk MIT‘ê de dixebitin, bi taybetî xebatên me dikin hedef û dixwazin me bi hin buyeran tawanbar bikin, da ku xebatên me asteng bikin û di navbera me û gelê xwe de nakokiyan zêde bikin. Haya me jê heye ku dewleta Tirk a faşîst û dagirker xebatekê berfireh a sîxurî û istixbaratî di herêmê de dide meşandin da ku tevlîhevî, pirsgirêk û kaos zêde û mezin bike. Ev stratejiyekê wan ê şerê taybet e û em li hemberî wê disekinin. Di çarçoveya vê stratejiyê de jî hin malbat bi rengên cuda cuda tên îqnakirin da ku hemberî me dawayên tawanbarkirinê rakin. Em ê nebin qurbanê vê siyaseta qirêj a dagirkeriyê ku dixwaze perçebûn û bêistiqrariyê belav bike. Di serî de divê hûn jî, wekî rêxistina SOHR, ji ketina bin xizmeta siyaseta dagirkeriyê ya dewleta Tirk dûr bisekinin.

Li gorî ku em dizanin, SOHR saziyekê fermî ye ku di asta navnetewî de tê naskirin û esasgirtin. Ji ber vê yekê jî girînge ku agahiyên ne rast, bê ku werin piştrastkirin neyên weşandin, ji ber ku her gotinek dibe xwedî encamek jî û bandor dike. Bandora îdîayên bi vî rengî ji xeynî xizmeta dagirkerî û faşîzma dewleta tirk xizmeta tiştekî din nake. Hûn rêxistinek xwedî dawakariyekê ne ku hûn rastiyê diparêzin. Li ser vî esasî banga me ya ji bo we jî ev e, nekevin bin bandora lîstikên MÎT û dewleta Tirk. Ne bi bûyera ku di daxuyaniya we ya 9‘ê mehê de hatiye nîşandan têkiliyekê me heye, ne jî bi bûyerên dîtir ku we behsa wana di heman daxuyaniyê de kiriye têkiliya me heye.

Hûn dikarin werin navendên me jî bibînin û kar û xebatên ku em li ser erdê didin meşandin bişopînin. Li tevahî bajarên Bakur-Rojhilatê Suriyê muhatabên me û meclisên me hene. Çi pirs û daxwazên we ji rêxistina me hebin hûn dikarin pirs bikin. Em ji vê yekê re vekirî ne, ji ber ku tiştek em veşêrin jî tune ye.

Di dawiyê de em bang li hemî beşên civakê, bi taybetî SOHR`ê dikin, ku li hember van kampanyayên qirêj û bê ser û ber ên li dijî tevgera me ya ciwanan hestiyar bin. Dîsa banga me li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê û QSD'ê ew e ku em dixwazin ew lêkolîna hewce bikin û van mijaran li dijî van îdiayên bêbingeh ên li dijî tevgera me zelal bikin."

(kc)