Li Şamê kongreya penaberan dest pê kir

Îro li koşka kongreyan a li Şamê, bi sponseriya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê kongreya penaberên  Sûriyê dest pê kir.

Li Şamê kongreya penaberan dest pê kir
11 mijdar, 2020   11:32
 NAVENDA NÛÇEYAN

Moskov û Şamê di hefteyên borî de hewl da ku gelek dewlet beşdarî vê kongreyê bibin ku dê îro û sibê dewam bike. Lê belê ji ber hişyariyên DYA û Ewropayê beşdarbûn kêm ma.

Cîgirê wezîrê karên derve Eymen Sosan piştrast kiribû ku wan gelek welat ji bilî Tirkiyê vexwendine vê kongreyê û wiha gotibû: “Em tu tiştên erênî ji rejîma Erdogan hêvî nakin ku piştgiriya rêxistinên terorîst li Sûriyê dike.”

Her wiha daxuyandibû ku zext li hin welatan hatiye kirin da ku beşdarî kongreyê nebin û destnîşan kir ku Çîn, Rûsya, Îran, Lubnan, Îmarat, Pakistan û Emman dê beşdarî kongreyê bibin. Neteweyên Yekbûyî (NY) jî dê wek çavdêr di kongreyê de amade be.

Kongreyê îro bi axaftina serokê hikumeta Şamê Beşar Esed dest pê kir. Esed wiha got: “Mijara penaberên Sûriyê, mijarek e ku bi zanabûn hatiye derxistin. Di dîroka Sûriyê de gelek koçberiyên komî pêk hatine. Hikumetên ku teror belav kirine, nabe ku ew bi xwe behsa vegerandina koçberan ji bo warê wan bike.”

Wezîrê karên derve yê Lubnanê Şerbel Wehbê jî di kongreyê de axivî û destnîşan kir ku koçberiya ji Sûriyê barekî civakî û aborî li Lubnanê zêde kiriye ku nêzî milyon û nîv penaberên Sûriyê li Lubnanê hene.

Wehbê bang li civaka navneteweyî kir ku alîkariya Lubnanê bike da ku plana xwe ya vegerandina ewle ya koçberên Sûriyê pêk bîne.

 (cx)