​​​​​​​Gera 4'an a dan û standinên Lubnan û Îsraîlê dest pê kir

Vê sibehê gera 4'emîn a dan û standina destnîşankirina sînorê deryayî yê neyekser di navbera Lubnan û Îsraîlê de bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî û bi navbeynkariya DYA’yê dest pê kir.

​​​​​​​Gera 4'an a dan û standinên Lubnan û Îsraîlê dest pê kir
11 mijdar, 2020   11:48
BEYRÛT

Li gorî ajansa Wetenî ya Lubnanê, şandeya Lubnanê bi xwe re belge û nexşeyên ku mafên Lubnanê di sînorê deryayî de li gorî destûra deryayan anîn ser  maseya dan û standinan. Li gorî şandeya Lubnanê, mafê wê yê deryayî hezar û 430 kîlometre çargoşe ye.

Kenala MTV a Lubnanê ku agahiyên xwe spartin pisporan, ragihand ku dan û standinên diyarkirina sînor  girîng in, dibe ku werin rawestandin an jî dewam bikin, eger nîşaneyên pozîtîf jê derkevin.

(dm)