Li gundewarên Derayê çi çêdibe?

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên girêdayî hikumeta Şamê îro ketin bajaroka El-Kerk a gundewarên rojhilatê Derayê piştî ku ji hemû aliyan ve dorpêç kir.

Li gundewarên Derayê çi çêdibe?
11 mijdar, 2020   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR'ê diyar kir ku hêzên hikumetê û saziyên ewlehiyê yên girêdayî wê ketin bajaroka El-Kerka rojhilat a gundewarên rojhilatê Derayê. Piştî ku hêzên hikumetê derbasî bajarok bûn, bi hêzên herêmî yên ji bajarokê re kete nava şer.

Li gorî SOHR'ê hêzên hikumetê bi ser hîn malan de girtin. Lê piştî şerê bi hêzên herêmî re, neçar ma ku ji bajarok vekişe.

Piştre hêzên girêdayî "Feyleqa Pêncemîn" ên ku Rûsya piştgirtiya wan dike, derbasî herêmê bû. Li herêmê niha tevliheviyeke mezin heye.

(dm)