Karasû peyam da PDK`ê: Dema ku êriş hate ser Başûr bang bikin, yê ku pêşî were wê em bin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mistefa Karasû got: “Parastina destkeftiyên Başûr erka me ye. Ez ji bo PDK’ê jî dibêjim, dema ku êriş hate ser Başûr bang bikin, yê ku pêşî were wê em bin.”

Karasû peyam da PDK`ê: Dema ku êriş hate ser Başûr bang bikin, yê ku pêşî were wê em bin
11 mijdar, 2020   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mistefa Karasû tevlî bernameya ‘Ulkeden’ a Medya Haber’ê bû û li ser mijarên di rojeva Kurdistanê de nirxandan kir.

Karasû diyar kir ku PDK`ê îdia dike ku “PKK`ê Hikumeta Herêma Kurdistanê nas nake”, lê di rastiyê de yê Hikumeta Herêma Kurdistanê nas nake û guh nade hevparên hikumetê ew bi xwe ne.

Karasû li ser hewldanên PDK’ê yên bi hevkariya dewleta Tirk dixwaze herêmên gerîla dorpêç bike, wiha got: ”Dema ku rûdana Zînî Wertê çêbû me got ev konsepteke ku DYA jî di nav de ye. Me got, Tirkiye ji ber têkiliyên xwe yên bi PDK’ê re bi plana tasfiyekirina tevgera me ya azadiyê ye.”

 ‘DORPÊÇÊ JI DEMA ZÎNÎ WERTÊ VE DEST PÊKIRIYE’

Dorpêça Zînî Wertê ferzkirina şer bû. Hatina wir, nêzîkatiya dorpêçkirinê bi rengekî tevgera şikandina vîna me bû. Em bi bêhnfirehî û bi xwînsarî nêz bûn. Dibû ku bibûya şer, wê demê sê hevalên me şehîd bûn. Ev heval dema ku bi PDK’yiyan re diaxivîn, piştî ku gotin ,”Hûn çima hatine vir, hûn çi ferz dikin, hûn çima qirika me dijdînin, vê nekin”, bi balafirên Tirk hatin şehîdkirin.

 ‘ŞEHÎDBÛNA HEVALÊN LI ZÎNÎ WERTÊ Û BRADOSTÊ TÊKILDARÎ PDK’Ê BÛ’

Li dijî vê me dikarîbû bi helwestekê tevbigerin lê me nekir, weke berê jî me gotî, me xwest ku şehîdbûna van hevalan bikin wesîleya yekîtî û têkiliyê. Lê nebû, bi ser ve li Xinêrê hewl dan ku dorê li me teng bikin, fermandarê eyaletê li wir şehîd bûn. Ev hemû bi PDK’ê re têkildar in.”

Karasû li ser dorpêça PDK’ê ya herêmên gerîla jî wiha axivî: “PDK û dewleta Tirk dixwazin ku me ji Qadên Parastinê yên Medyayê derxînin, li hev kirine. Li wir jî em bi aqil tevgeriyan, dibû ku şer bibûya.”

Dixwazin têkevin nav kampan û bi nêzîktiya bi aqilanek ya fermandarê yekîneyên sînor Zibêyr bi diyalokê ev hate astengkirin, ew jî hate qetilkirin.

PDK`ê hêza dişîne ser Garê, Metîna, Heftanînê, ev parçeyek ji plana tasfiyekirinê ye. Bi Heftanînê re wê biketana gelek deveran, nebû. Niha jî PDK dixwaze qadên me dorpêç bike, hêzê dişîne. Em dixwazin rageşiyê kêm bikin. Çima tu hêzê dişînî, dora gerîlayan dipêçî. Gerîla hêza şer, leşkerî ye, heke tu dorpêç bikî, têkevî kampên wan, wê bibêjin, ‘nekeviyê”. Heke tu ferz bikî ev provakasyon e, destpêkirina şer e.

 ‘PDK`Ê DIXWAZE TEVGERA AZADÎ KRÎMÎNALÎZE BIKE’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê li ser girtin û binçavkirinên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê jî agahiyên girîng da û got: “Beriya daxuyaniya Mesûd Barzanî gotin, me ev girtin, filan kes girtin”. Gotin, ”vîna me nasnakin.”

Niha tevgera meşrûkirin, haziriya şerê ku wê bike, dike. Li gorî agahiyên ku me standine hin ji Tevgera Azadî girtine, bi zorê bi wan dane gotin ,”Me hazirî dikir ku çalakiyê li PDK’yiyan, li rayedarên PDK’ê bikin.”

Tevgera azadî hêzeke yasayî ye, lê wan jî krîmînalîze dikin. Ji bo ku şerekî pir kirêt bidin destpêkirin li hincetan digerin.”

Karasû li ser hewldanên PDK’ê yên derxistina şer di nava Kurdan de jî van hişyariyan kir: “Em tim maqûl nêz bûn. Şerê me yê bi PDK’ê re wê zirarê tenê nede me, wê bide hemû Kurdan. Eşkere ye ku dewleta Tirk vê dixwaze. Dewleta Tirk dibêje, ”ez ê biqedînim” û şerê tinekirinê dike. PDK jî tam dema ku dewleta Tirk dibêje, ”min qedand, li kûderê terorîst hebe ez ê biqedînim” tevdigere.”

‘DI REFERANDÛMÊ DE DERKET DEWLETA TIRK DIJMINÊ KURDAN E’

Karasû dazanîn dijminahiya Dewleta Tirk a Kurd herî baş di dema referandûma Başûrê Kurdistanê de hatiye dîtin: “Li dijî gerîla, tevgera azadiya Kurd êrîşên herî giran pêk tîne. PKK`ê, tevgera azadiya Kurd, gerîla li dijî dewleta Tirk şerekî ev çend giran dide, di vê rewşê de nêzîkatiya, ”ez jî tasfiye bikim”, bêkêr bikim, heye. Ji vê re çi tê gotin? Dewleta Tirk dijminê Kurdan e. Ev bi rengekî herî berbiçav dema pêvajoya referandûmê hate dîtin.”

 ‘ME BAŞÛR PARAST, EM Ê BIPARÊZIN JÎ’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mistefa Karasû diyar kir wan timî Başûr parastiye û wê ji niha û pêve jî biparêzin, “Di rewşeke wiha de ku em li dijî dijmin şer dikin, ew dijmin jî ji bo ku me tine bike, her îmkanî bi kar tîne. Ev kirinên PDK’ê cihê xwe ne di wijdanê de heye, ne jî dikare were qebûlkirin. Li ser hin mijaran fikrên me û PDK’ê cuda ne. Bi hemû kesî re, bi YNK’ê re jî, bi partiyên din re jî. YNK jî li ser hin aliyan ji me cihê difikire, ev normal e. Lê di rewşeke wiha de ku em li dijî dijminê Kurdan şer dikin, gelê Kurd li Bakur berxwedaniyeke mezin dide, nayê qebûlkirin ku bi wê nêzîkatiyê bin ku bi kêrî dewleta Tirk were, bi kêrî dijminan were, zirarê bide Kurdan.”

 ‘MA EM DIKARIN Lİ PARTIYEKE KURD A DI REWŞEKE ZOR DE YE BIXIN’

Karasû pirsek wisa dike û dibêje, “Em tiştekî wiha dikarin bikin qey? Di rewşeke wiha de ku partiyeke Kurd li dijî hêzekê şer dike, di rewşeke zor de be, em dikarin lêbixin? PKK dikare vê bike? An jî partiyeke Kurd dikare vê bike, PKK tiştekî wiha kiriye? Dema ku PDK di rewşeke zor de wiha kir?”

Li ser îddîayên PDK’ê yên dibêjin, “PKK hinek herêman girtiye” jî wiha dibêje, “ Îdîa hene, dibêjin, hin dever sitandine. Me kûder standiye, bila bibêjin. Beriya 2014’an ku DAÎŞ’ê êrîş anî, me kûder standiye, bila bibêjin. Berevajî, me parastina Başûrê Kurdistanê kiriye, me Hewlêr, Kerkûk, Silêmanî parastiye. Hewceyî pê hebûya, em ê bêhtir jî tevlî şer bibûna.”

 ‘ME XWEST JI BO ŞENGALÊ TEVDÎRAN BIGIRIN, PDK ASTENG KIR’

Mistefa Karasû dazanîn ku beriya komkujiya 2014’an li Şengalê çêbibe, PKK xwestiye li wir tevdîr bigire, lê PDK asteng kiriye û wiha axivî, “Me li dijî DAÎŞ’ê şer kiriye, destek daye Başûrê Kurdistanê, ew parastiye. Qest Şengal e. Dema ku gerîla çûyî Şengalê kî li wir bû, kî derkete pêş wan, Iraq hebû, an pêşmerge, dema ku pêşmerge derketin ên me çûn. Beriya wê me xwest ku biçin, me serlêdan kir. Rêbertî ji berê ve hişyarî dabû, ”Dibe ku li Şegalê komkujiya Êzdiyan bikin”. Me jî xwest ku tevdîran bistînin .PDK asteng kir.

‘JI BO ŞENGALÊ HÊRSA XWE NE JI ME, JI XWE RAKIN’

Li gel ku ev hemû li ber çavan jî gotin, ‘PKK çû Şengal dagir kir”. Hêrsa wan a Şengalê ye. Çima hûn hêrsa xwe ji me radikin, ji xwe rakin, we ev rewş çêkiriye. Niha Êzîdî rewşa berê qebûl nakin.”

 ‘DAXUYANIYA BARZANÎ SEDEMA ŞER E’

Karasû daxuyakirina ku daxuyaniya Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî sedema şere û got, “Helbet, daxuyaniya Mesûd Barzanî bi temamî sedema şer e. Dibêjin,”Hikûmeta me nas nakin”, tiştekî wiha nîne. Di hikûmetê de YNK jî heye, Goran jî heye. Berevajî, yê ku hikûmetê nasnake ew bixwe ye.”

‘PARASTINA DESTKEFTIYÊN BAŞÛR ERKA ME YE’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir sibe jî êrîşek li ser Başûr çêbibe, yê destpêkê erka xwe bicih bîne wê ew bin û wiha axivî, “Parastina destkeftiyên vir peywira me ye, em hewl didin ku biparêzin, divê gelê me wiha bizanibe.

Ji bo PDK’ê jî vê bibêjim: Dema ku êrîş hate ser Başûr bang bikin, yê ku pêşî wê werin em in.”

Karasû dazanîn dema Kerkûk hate dagirkirin, yê heya kêliya dawî li wir man û şer kirin gerîlabûn û wiha behsa wê demê kir, “Em ne ji bo PDK’ê, YNK’ê dikin, em ji bo hemû gelê Kurd dikin. Çi bû li Kerkûkê? Kerkûk ji bo Kurdan ne girîng bû? PDK ji bo Kerkûkê nedigot, ”Qudsa me ye”, lê çi bû? 2017’an hemûyan Kerkûk berda. Gerîla me, li ber xwe da, piştre gerîla nerî ku kes tine, bi serê xwe, herî dawî ew derketin.

Ji ber vê rewşê Iraq bi me pevçû, li Kerkûkê herî dawî ji bo ku gerîla derket bi Iraqê re pirsgirêkên me çêbûn. Iraqê xwest ku li dijî me dijminatiyê bike.

Ev rastî ne li ber çavan in? Dema ku DAÎŞ’ê êrîş anî kê bang li gerîla kir, YNK bixwe bang kir, haya PDK’ê jê hebû, gerîla jî çû. Naxwe wê demê çima negotin, çima ev tên.

Li Mexmûrê milîsan li ber xwe dan, dibêjin li wir hêzên çekdar hene. Li mala her Kurdî çek heye. DAÎŞ hatiye, Mûsil standiye, li wir jî gelê Mexmûrê li ber xwe da.”

 ‘TÊKOŞER GEVER KU LI MEXMÛRÊ SPASÎ DAYÊ, BI AGAHIYA ÎSTÎXBARATA KU DAYÎN ŞEHÎD BÛ’

Karasû dazanîn Barzanî li Mexmûrê spasiya fermandarê gerîla Tekoşer Gever kir, lê li Behdînanê bi îstîxbarata ku hate dayîn, şehîd bûye û wiha dirêjî bi axaftina xwe da, “Piştre gerîla hat, bi mîlîsan re li dijî DAÎŞ’ê şer kirine. Fermanarê ku Barzanî li Mexmûrê spasî dayê kî bû? Têkoşer Gever bû, li Behdînanê şehîd bû. Çawa şehîd bû? Bi îstîxbarata ku li wir dane, bi êrîşa hewayî şehîd bû.”

 ‘MÎT LI BAŞÛR BI KÊFA XWE DIGERE’

Karasû li ser liv û tevgera MİT a li  nava Başûr de jî dazanîn, ew li wir bi keyfa xwe û bi hêsanî xwe rêistin dike û hin jê jî ji bo wan nokeriyê dikin.

 ‘EM DIXWAZIN ALOZIYÊ JI HOLÊ RAKIN’

Karasû diyar kir ew dixwazin aloziyê ji hole rakin û wiha pêde çû, “Helbet em dixwazin rageşiyê ji holê rakin. Em çima bi PDK’ê re şer bikin. Sedema me çiye?

Heke em wiha bikin em ê zirarê bibînin, em ê feydê bibînin, em dikarin vê bikin? Me aqil avêtiye? Xwedêgiravî em ê biçin Hewlêrê, Silêmanî bistînin. Ji bo ku êrîşê meşrû bikin, ev gotinên dewleta Tirk in.”

‘FAŞÎST BI ÇAR ÇAV IN LI HÊVIYA ŞERÊ NAV PKK’Ê Û PDK’Ê NE’

Karasû dazanîn Tirkên faşîst gelek dixwazin şer di navbera PKK’ê û PDK’ê de rû bide û got, “Hemû faşîstên li Tirkiyê, desthilat bi çar çavan li benda şerê PKK’ê û PDK’ê ne. Tişta ku dijmin bi çar çavan li bendê ne, qet em dikin? Lê PDK bi têkiliya bi dewleta Tirk re dixwaze me bîne ser xeta xwe.

Hêza leşkerî hê jî dişînin, ji vî alî ve dev ji polîtîkaya şer neqeriyay. Heke heta niha şer çênebûbe, ev bi nêzîkatiya biaqil a hevalên me ye. Raya giştî jî gelê Kurd jî naxwaze. Em xwe ji şer vedidin, divê PDK bi aqilanene tevbigere û û em dixwazin ku dev ji vê dorpêçê biqere.”

 ‘GERÎLA DI POZÎSYONA PARASTINÊ DE YE’

Karasû dazanîn niha gerîla tenê di pozîsyona parastina rewa de ne û wiha axivî, “Niha gerîla di pozîsyona parastina rewa de ye. Tu nêzîktiya xwe ya êrîşê nîne.

PDK her wiha dixwaze ku şer berfireh bike .PDK wê were û hewl bide ku li Garê gerîla tasfiye bike. Li bara vê gerîlayên li Zap, Avaşînê wê çi bikin, wê temaşe bikin?

PDK divê dev ji wê biqere ku hêza leşkerî bişîne her deverê, pêşmergeyan bişîne. Ne hikûmet, PDK dişîne. Wezareta Pêşmerge dibêje haya wan ji van hêzan nîne. Ev nêzîkatî ne bi biryara hikûmetê ye. PDK zextê li ser Goran, YNK’ê dike, dibêje, ”Em di hikûmetê de ne, hûnê destekê bidine me.” Heke hinek hebin ku guh nadin hikûmetê ev jî PDK ye.,

‘PÊWÎSTE PDK EV HÊZA ŞANDIYE VEKIŞÎNE’

Karasû diyar kir ji bo rewşa aloz ji holê rabe divê PDK hêza ku şandiye paşde vekişîne û ev bang kir, “Li gelek deveran hêza leşkerî bi cih kirine, heval dibêjin pir nêzî hev bûne. Hema hema ketine zik hev. Divê ev rewş ji holê rabe. KNK’ê jî aşkere kir.Divê her kes biçe cihê xwe yê berê. PDK jî divê hêza ku şandî vekişîne.

Li cihên ku gerîla lê bûn ti problem nebû, petrol dihate derxistin, karker hebûn, dixebitîn.

Heta niha derdixistin, ti astengî nebû. Gerîla û yên ku petrol derdixistin li rex hev rûdiniştin.”

(cx)