Hunermendekî Misirê li ser rêber Ocalan stranek çêkir

Hunermendê Misirê Mihemed Ezam li ser berxwedana rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de û têkoşîna wî ji bo rizgarkirina gelên blindest ên  Rojhilata Navîn, stranek çêkir.

Hunermendekî Misirê li ser rêber Ocalan stranek çêkir
11 mijdar, 2020   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Hunermendê Misirê Mihemed Ezam li ser têkoşîna rêber Abdulah Ocalan ya li girtîgeha Îmraliyê, strana bi navê "El Mecdu Ya Ocalan" derxist.  

Gotinê stranê ji helbestên Mihemed Mehmûd Mursî ye û Mihemed Ezam bi dengê xwe gotiye. Xiristiya Bişara jî awazên stranê daniye û Biryar Efrîn derhêneriya klîpê kiriye.  

Gotinên stranê wiha ne:

Her çiqas sîtemkarî û zordarî ji gardiyan zêde bibe jî

Û Her çiqas şev dirêj bibin jî

Wê berbanga sibehê xuya bike

Wê welat bikenin û zordor bi bin bikevin

Rûmet û şanazî ji te re hat nivîsandin

Rûmet û şanazî ji te re navnîşan

Rûmet û şanazî ey Ocalan

**********

Gotin gule ye û raman jî roket e

Tarîtî û bêdengbûna zindanê dişikîne

Ax ey dîlê gotinê

Ey qurbaniyê sîtemkariyê

Rûmet û şanazî ji te re hat neqişkirin

Rûmet û şanazî ji te re navnîşan

Rûmet û şanazî ey Ocalan

**************

Ey gotina mafdar a wêrek

Ey kena bê guneh a zarokan

Ey hêviya netewa windabûyî

Rizgarkirina wê ji sîtemkariyê

Rûmet û şanazî ji te re ey qehreman

Rûmet û şanazî ji te re navnîşan

Rûmet û şanazî ey Ocalan

Rûmet û şanazî  ey Ocalan