Pompeo wê serdana Ewropa, Qefqasya û Rojhilata Navîn bike

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo eşkere kir ku dê serdana 7 welatên li Ewropa, Qefqasya û Rojhilata Navîn bike.

Pompeo wê serdana Ewropa, Qefqasya û Rojhilata Navîn bike
11 mijdar, 2020   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Pompeo plan dike ku serdana Frans, Tirkiyê, Georgia, Îsraîl, Îmarat û Erebistana Siûdî bike. Pompeo dê bi gelek hevalbendên ku Jeo Biden wekî serokê Amerîkayê pejirandine , hevdîtinê pêk bîne.

Dê serdana Pompeo roja Înê pêk bê û heta 23`ê Mijdarê dewam bike. Destpêkê dê Pompeo serdana Parîsê bike û bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re bicive.

Piştre dê berê xwe bide Tirkiyê û Georgia û ji wir biçe Îsraîl, Erebistana Siûdî, Îmarat û Qeterê.

(cx)