'Daxwaza betalkirina perwerdeya bi zimanê kurdî şerm e'

Mamosteyan gotin, daxwaza guhertina meteryalên bi zimanê kurdî xeta sor e û destnîşan kirin ku tu kes daxwaza ENKS'ê ya vegera li meteryalên hikumeta Şamê qebûl nake.

'Daxwaza betalkirina perwerdeya bi zimanê kurdî şerm e'
11 mijdar, 2020   09:21
KOBANÊ

Bertekên gel ên li dijî daxwaza Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya guhertina meteryalên bi zimanê kurdî li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin. Mamosteyên zimanê kurdî ev daxwaz red kir û gotin xeta sor e.

Mamosteyê di zanîngeha Kobanê de Aras Hiso got, daxwaza ENKS'ê şaş e û dûrî wijdan û aqil e û wiha pê de çû: "Ez matmayî mam çawa kurdek li dijî zimanê xwe derdikeve û hincetan derdixîne ku îtîraf pê nayê kirin. Divê bi aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser re tevkar bin da ku îtîraf bi vî meteryalî were kirin, ji ber ku îtîraf pê kirin ji me dest pê dike, heger em Kurd îtîrafê bi meteryal û zimanê xwe nekin wî kî îtîrafê pê bike."

/kr/uploads/files/2020/11/11/092228_-.webp

Mamoste Aras Hiso da zanîn ku kurdan ji bo parastina zimanê kurdî giyanê xwe da mîna Osman Sebrî û Mîr Celadet Bedirxan ên ku kedeke mezin da ku heta zimanê kurdî gihandin vê astê û wiha domand: "Tevî hewldanên dijminên me yên îmhakirin zimanê me ji ferhengên zimanan de, piştî ku em gihiştin vê astê û meteryalekî me yê taybet çêbû, çima hewl didin sînorekî di navbera me û armancên me deynin û li şûna piştgiriya me bidin çima astengiyan derdixînin."

Aras Hiso destnîşan kir ku "Li herêmên li gel zimanê kurdî bi gelek zimanên din perwerde tê dayîn, em ne li dijî tu zimanî ne, lê zimanê me xwedî tayetmendiyek e. Nêzîkbûna ji ziman ji bo me kurdan xeta sor e, tu kes nikare şertê dûrketinê ji zimanê me yê dayikê deyne ji ber dîroka me ye û çeka me ya ye ku em pê têkoşînê dikin."

/kr/uploads/files/2020/11/11/092245_-.webp

Mamoste Dîrok Misko jî got: "Ma aqlane ye ku em li tiştên ku me hewl dida jê xilas bibin, vegerin. Ne mafê tu kesî ji me re bêje dest ji meteryalên xwe berdin, şermeke pir mezin e ku daxwazeke wiha bikin. Divê li xwe vegerin û bipirsin ew kî ne û çi mirov in."

Dîrok Misko got, ew jî daxwaza rakirina meteryalên li herêmên Rêveberiya Xweser matmayî ye û wiha dom da axaftina xwe: "Ji we dipirsim çend şehîdan giyanê xwe dan heta em gihiştin vê astê û dibistan, peymangeh û zanîngehên me yên taybet çêbûn. Hûn qet xema keda şehîdan naxwin? Em xeyal bikin ku em li meteryalên hikumeta Sûriyê vegerin, wê demê çima me zarokên xwe dan ber talokeyê! Ez ji we re dibêjin ku em li vir in da ku hewl bidin îtîraf bi meteryalên me bê kirin ne ku vegeriyn rewşa beriya şoreşa Rojava."

Dîrok Misko axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Heger îtîraf bi meteryalên me nekin ji bo min ne girîng e ku îtîrafê bi min bikin wekî mirov, em bi hemû hêza xwe kar bikin ji bo îtîrafê pê bikin, mirov heger tiştekî bixwaze, wê rojekê bigire, baweriya min heye ku wê ew roj were."

 (bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pGjh7rjsXts" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>