Gerînendetiya Çandiniyê ya Dêrazorê hewl dide mewsima zivistanê bi ser keve

Di çarçoveya plana mewsima zivistanê ya 2020-2021’an a pêşdeçûna çandiniyê ya li gundewarên rojava û rojhilatê Dêrazorê, Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê piştevaniya tevahî cotkaran dike, da ku mewsim bi ser keve û têra herêmê bike.

Gerînendetiya Çandiniyê ya Dêrazorê hewl dide mewsima zivistanê bi ser keve
11 mijdar, 2020   09:12
DÊRAZOR-ELÎ SALIH

Gerînendetiya Çandiniyê ya Komîteya Aborî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê xebata di çarçoveya pêşdeçûna çandiniyê ya li tevahî gundewarên Dêrazorê kir û ji nû ve komeleyên cotyariyê ya bi hejmara 67 komeleyan aktîf kir.

Zeviyên avî yên ji Cezrat ên li gundewarên rojava û heta Baxozê yên li gundewarên rojhilatê bi rûbera 304 hezar û 750 donim e, ji wê zêdetir jî zeviyên komeleyan ên li ser çemê Firatê yên bi rûbera 344 hezar û 120 donim hene.

Li aliyekî din jî Komîteya Çandinî û Avê 5 hezar û 82 bîrên li beyarê yên li gundewarên Dêrazor bi ruxset kirin ku 307 hezar û 376 donim av dide, her wiha piştevaniya cotkaran a jinûve sererastkirina 5 hezar û 82 bîran kir. Komîteyê jenatorên ku avê ji çemê Firatê dikişînin bi ruxset kirin, da ku cotkar sûdê ji mazotê bigirin.

Der barê piştevaniya cotkaran a mewsima zivistanê ya 2020-2021’ê û ruxsetên hatine dayîn de, dê Gerînendetiya Çandiniyê bi hevkariya Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Dêrazorê tov, semad û sotemeniyê ji cotkaran re bi bihayên piştevan pêşkêş bikin. Lê dê ew piştevanî li gorî ruxset û rûbera çandiniya ku ji nîvê vê mehê de bê çandin, were pêşkêşkirin. Her wiha ew jî dê tov, semadê phosphat û sotemenî bê belavkirin, lê semadê ureya dê piştî çandin û bûyînê de bê belavkirin.

Dê li cotkaran 35 kg genim dezenfekte û paqijkirî û bi bihaya 360 lîreya Sûriyê were belavkirin, ew biha jî Desteya Aboriyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kiribû, ji wê zêdetir jî dê 25 kg semadê ureya bi bihaya 17.5 dolar ji her tûrekî re û 20 kg ji semadê phosphat bi bihaya 20 dolar ji her tûrekî û her donimekê re bê belavkirin.

/kr/uploads/files/2020/11/11/091319_-.webp

Hevserokê Komîteya Aborî ya Dêrazorê Enes Hesanî wiha got: "Gerînendetiya Çandiniyê bi hevkariya Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê di çarçoveya plana mewsima 2020-2021’an de xebata piştevaniya cotkaran ji sedî 78 ji zeviyên çandiniyê dike; genim ji sedî 60, ceh ji sedî 15, ji sedî 3 ji berhemên zivistanê yên dîtir û paqle, di heman demê de jî dê ji sedî 22 ji piştevaniya rûberên mayî yên berhemên li şûna yên bingehîn tên çandin bê kirin."

Komîteya Çandiniyê bi hevkariya bi Gerînendetiya Sotemeniyê re dê pisrgirêkên par derbas bike, her wiha dê mazotê di vê mewsima niha de li ser 4 beşan belav bike û bi bihaya piştevan a 75 lîreyên Sûriyê ji her lîtreyekê re. Dê 15 lître mazot ji jenatorên ku avê ji bîran dikişînin û 8 lître ji jenatorên ku avê ji çemê Firatê dikişînin re bên dayîn. Lê par 3 beş mazot li gel mazota sobeyan hat belavkirin.

Çandiniya li Dêrazorê di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ’ê ya herêmê de bi baş de ket. Her wiha tov, semad û sotemenî tenê li sûka reş hebûn û çeteyan li gorî xwe bi bihayan keysbaz dikir. Bi wê re cotkaran bi sedema bihabûn û keysbaziyê mewsimên zivistanê neçandin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dV2l9cxdd6M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>