Serlêdana parêzerên rêber Ocalan hate redkirin

Duh parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe re pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serlêdana parêzeran vê carê jî hate redkirin.

Serlêdana parêzerên rêber Ocalan hate redkirin
11 mijdar, 2020   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Ocalan, Raziye Tûrgût, Rêzan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo hevîdtina bi rêber Ocalan re, duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Lê belê serlêdana wan bi hinceta biryara Dadgeriya Înfazê ya 2'emîn a Bûrsayê ku 6 mehan hevdîtina bi parêzeran li Ocalan û 3 girtiyên pê re qedexe kiribû, nehat qebûlkirin.

Ji parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de karîbûn bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.

(cx)