Hêzên “Parastina Aştiyê” yên Rûsya di rêya Qerebaxê de ne

Karwanên hêzên “Parastina Aştiyê” yên Rûsyayê ji Ermenistanê berê xwe dan Qerebaxê da ku çavdêriya agirbestê bikin.

Hêzên “Parastina Aştiyê” yên Rûsya di rêya Qerebaxê de ne
11 mijdar, 2020   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa “Suptnik” a rûsî ku agahiyên xwe spart Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, daxuyand ku karwanên hêzên “Parastina Aştiyê” yên Rûsyayê ji erdên Ermenistanê berê xwe dan herêma Qerebaxê.

Piştî ku duh leşker û alavên leşkerî yên "Hêzên Parastina Aştiyê" ji Rûsyayê bi balafirên leşkerî yên rûsî ji bo Ermenistanê hatibûn şandin, vê sibehê hêzên “Parastina Aştiyê” dest bi rêwîtiya zêdetirî 250 km kirin.

Dê hêza navborî li Qerebaxê belav bibe û li eniyên şer li ser dirêjahiya “Koorîdora Latşîn” ku Qerebaxê bi erdên Ermenistanê ve girê dide, nuqteyên çavdêriyê ava bike.

Belavkirina hêzên “Parastina Aştiyê” yên Rûsyayê li gorî peymana agirbestê ku Rûsya, Azerbêcan û Ermenistanê duh îmze kiriye de, pêk hat.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê  demeke berê destnîşan kiribû ku hêzên wan ên bi navê “Parastina Aştiyê” li Qerebaxê ji hezar û 960 leşker, 90 erebeyên veguhestina leşkeran û 380 parçeyên alavên leşkerî pêk tê.

Di heman derbarê de, duh Wezareta Derve ya Rûsyayê piştrast kiribû ku dê ji bilî hêzên Rûsyayê, tu hêzên din ên “Parastina Aştiyê” li herêma Qerebaxê neyên belavkirin.

Berdevka wezaretê Maria Zaxarova jî daxuyandibû ku têkiliya navenda rûsî-tirkî ya ji bo çavdêriya agirbestê bi erka hêzên “Parastina Aştiyê” yên rûsî yên li wê derê re, tune ye.

(cx)