Rojnameyên erebî: Ereb û ewropî li hemberî kongreya penaberan dilsar in

Rojnameyên erebî der barê kongreyê penaberan a li Şamê nivîsîn, her wiha mijara lihevhatina Rûsyê û Tirkiyê li Qarabax û geşdanên li Amerîkayê jî di rojevê de bûn.

Rojnameyên erebî: Ereb û ewropî li hemberî kongreya penaberan dilsar in
11 mijdar, 2020   08:37
NAVENDA NÛÇEYAN

EREB Û EWROPÎ LI HEMBERî KONGREYA PENABERAN DILSAR IN

Der barê kongreya vegera paenaberan li Sûriyê rojnameya El-Nehar nivîsî: "îro li Sûriyê kongreya vegera penaberên Sûriyê destpê dike, ku Moskov serpereştiya wê dike. Lê di heman demê pir pirs xwe didin pêş, gelo wê kongre bibe alîkar ku bi milyonan penaberên Sûriyê vegerin welatê xwe, ku ji ber şer revîne û li dewletên herêm heta bi dewletên Ewropayê belav bûne.

Hin dewlet hene ku raste rast têkiliya wan bi vê dosysyê re hene, çi li ser asta herêmî û li ser asta cîhanê. Ev dewlet dibînin ku lidarxistina kongreyê di vê demê de bê sûd e, bi taybet Amerîka û Tirkiyê û hin dewletên din.

Her wiha hin derdorên Ereb, Misir jî di nav de dibîne ku demê lidarxistina kongreyekî bi vî rengî hîn nehatiye, ev der dor dibêjin pêwîst e zemîna kongreyê were avakirin û ne li Şamê û ne jî di bin serperştiya rejîmê de were lidarxistin. Wekî diyar dibe ku dewletên Ereb der barê kongreyê de dilsar in, her wiha Netewyên Yekbûyî dê bi awayekî fedyok tevlî bibe.

BAZARA RÛSYA- TIRKIYÊ LI SER HESABÊ ERMENIYAN

Der barê geşedanên li Qarabax rojnameya El-Ereb nivîsî: "Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dikaribû serokê Rûsya Vlademir Pûtin razî bike ku dest ji Eremaniyan berde di pêvajoya şerên hefteyên dawiyê yê di navbera Azerbaycan û Ermînyayê de. Paşê jî weke navbênkar xwe da pêş û serpereştiya bazareke bi şerm ji Eremeniyan pêk anî, ku qaşo hevalbendên Mosko yên stratejîk in, ji xwe Erdogan jî hestên xwe yên serkeftinê veneşartin.

Ermenistan û Azerbaycanê bi serpereştiya Rûsya peymana agirbestê li Qerebaxê îmze kirin, peyman serkeftinên leşkerî yên hêzên Azarî diparêzê.

LI WASHINGTON TIRS HEYE KU TRUMP TEVGEREKE LEŞKERÎ PÊK BÎNE

Der barê rewşa Amarîkayê rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Duh li paytexta Amarîkayê rewşeke payin û hişyariyê hebû, tirs hebû ku serok Donald Trump  dê hinek perpirsên payebilind ên ku ne li aliyê wî ne ji erkên wan bigre, beriya wê jî bi rojekê ji nişke ve wezîrê parastinê Mark Esper ji erk xist.

Hin berpirsên û pisopran anîn ziman ku dibe serokê Amerîkayê li dijî hin armancan tevgereke leşkerî pêk bîne beriya ku desthilatê radest bike.

DIYALOGA LÎBYAYÊ LI TÛNISÊ NÊZÎ AVAKIRINA PERGALEKE SIYASÎ DIBE

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Beyan nivîsî: "Hevdîtina diyalogê ya Lîbyayê ku Tûnisê têde lidarxistin, êdî ne tenê bûyerek e, lê dê bibe pargaleke siyasî. Tê payin ku ev pergal pêvajoya siyasî ya dema pêş nîşan ava bike."

FRANSAYÊ HIŞYARÎ DA SIYASETMEDARÊN LUBNANÊ

Der barê mijarê rojnameya El-Exbar nivîsî: "Îro şêwirmendê serokê Fransayê yê karûbarê "rojhilata nêz" Patrick Durrell dê bighêje Beyrûtê ku ji aliyê serokê Fransayê Emmanuel Macron hatiye şandin. Naveroka serdanê jê şopandina insiyatîfa Fransayê ya çareseriya aloziya Lubnanê ye. Durrell dê nameyeke "hişyariyê" bighîne berpirsên Lûbnanê û naveroka nameyê ew e; Eger ji niha ta lidarxistina kongreya piştgiriya Lubnanê hikûmet neyê avakirin, dê "kongreya piştgiriya aborî" viguhêze "kongreyê piştgiriya mirovî". Kongreya behsa mijarê dê dawiya vê mehê were lidarxistin."

(kn)