Li Hesekê projeya avakirina toreyeke nû ya kehrebeyê

Bi lêçûna 127 hezar dolar, Desteya Enerjî û Peywendiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Gerînendetiya Kehrebê ya Hesekê re dixebite ku tora kehrebê ya nû çêke, da ku hêza kehrebê li taxên rojavayê bajêr zêde bike.

11 mijdar, 2020   06:34
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Du xetên tansiyona bilind a kehrebeyê digihînin Hesekê û li tevahî taxan belav dibe. Lê belê di encama zextên li ser xetan de dem bi dem dihatin qutkirin. Bi wê re jî kehrebe li hin taxan bi gelek rojan heta werşeyê çareser bikira, dihat qutkirin.

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û gihandina kehrebeyê ji tevahî taxan re, Desteya Enerjî û Peywendiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Gerînendetiya Kehrebê ya Hesekê re xeteke nû ji stasyona veguherandinê ya li Xezel a rojhilatê Hesekê anî, ew jî bi dirêjahiya 6 km di ser erdê re û 500 m di bin erdê re.

Proje ji stasyona Xezel ber bi sûka sebzeyan a nû ya li ketina bajêr dest pê dike, pêkanîna vê projeyê yê bi lêçûna 127 hezar dolar ji dema destpêkirina wê de 120 roj e.

/kr/uploads/files/2020/11/11/063507_hesek-kehrba-3.webp

Ev proje li Hesekê ya yekemîn e, bi wê re jî dê tevahî taxên Nasira, Kelasê, Meîşiyê, taxa Umran û Til Hecer bi kehrebe be

Endamê beşa lêkolînan a Gerînendetiya Enerjî û Peywendiyan a Hesekê endazyar Selah Hesen wiha got: "Me dest bi projeya çêkirina xeta kehrebê ya nû ya li hin taxên Hesekê kiriye, lêkolîna li ser vê projeyê bi demekê tê kirin û niha jî tê pêkanîn."

Hesen diyar kir ku gava yekemîn a projeyê diyarkirina rêveçûna xeta û burcên asêkirin û wiha domand: "Ev proje ji stasyona Xezel dest pê dike û dighêje çerxerêya Xezel, taxa Talayai, taxa Xişman û li sûka Hal bi dawî dibe."

Hesen destnîşan kir ku li cem wan kabileke kehrebe ya erdî bi dirêjahiya 500 mîtreyan heye û dê bi teransê kehrebê yê taxa Mişêrfê ve were girêndan û got ku armanca wan ji vê projeyê mercên îstîsmarkirinê baş bibe û zextên li tûre û teransên din ên di nav taxên bajarê Hesekê de, bi taybet Kelasê û Nasira sivik bibe.

Hesen diyar kir ku aliyên projeyê bi rêve dibin, navenda Kehrebe ya Hesekê ye, Desteya Enerjî û Peywendiyan û hin rêxistinên navnetewî destekê didin.

Hesen da zanîn ku heger ev proje bi dawî bibe û dest bi projeya zêdekirina tûr û teransan di nava taxên din mîna Salihiyê, Ezîziyê û Miftî de bikin.

 /kr/uploads/files/2020/11/11/063603_hesek-kehrba-6.webp

Endamê Buroya Lêkolînan a Navenda Kehrebe ya Hesekê Cemîl Sîrac jî got ku ev projeya xizmetguzarî ji bo gel e, niha nuqteyên xetên tensyona bilind ên werşeyan têne diyarkirin da ku dest bi kolandinê bikin.

Sîrac diyar kir ku lêçûna vê projeyê derdora 127 hezar dolar e, Desteya Enerjî û Peywendiyan û hin rêxistinên xizmetguzarî destkê didin.

(fr)

ANHA