Dayikên şehîdan êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûr şermezar kirin

Dayikên şehîdan ên ji bajarê Hesekê û Amûdê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Dayikên şehîdan êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûr şermezar kirin
Dayikên şehîdan êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûr şermezar kirin
Dayikên şehîdan êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûr şermezar kirin
Dayikên şehîdan êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûr şermezar kirin
Dayikên şehîdan êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûr şermezar kirin
11 mijdar, 2020   11:01
HESEKÊ

Dayikên gerîla û şehîdan ên bajarê Hesekê daxuyaniyek da û hewldanên derxistina şerê birakujiyê şermezar kirin.

Daxuyanî li Baxçeyê Kawa yê taxa Miftî bi beşdarbûna bi dehan ji dayik û malbatên şehîdan ji aliyê Îva Ebdulkerîm Mihemed ve hate xwendin.

Îva Ebdulkerîm Mihemed di destpêka xwendina daxuyaniyê de got: "Tevgera azadiyê ya Kurdistanê ji destpêka damezirandina xwe ve ji bo azadî û parastina gel ji zor û koletiyê tê dikoşe."

Îva êrişên dewleta Tirk ên dagirker li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Îva da zanîn ku tevgera azadiyê ya Kurdistanê dikare dagirkeriya dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi berxwedan û lehengiya xwe têk bibe.

Îva piştrast kir ku tevgera azadiyê ya Kurdistanê li ser fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ava bû û bi van fikran dê planên dewleta Tirk têk bibe.

Di dawiya daxuyaniyê de dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla hatin berzkirin.

AMÛDÊ

Dayikên şehîd û gerîlayan li navçeya Amûdê daxuyaniyek da û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.
Bi dehan dayikên şehîd û gerîlayan li pêşiya navenda Kongreya Star a navçeyê kom bûn.
Endama Kongreya Star Hena Xalid daxuyanî xwend û piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî herêmên Heftenîn, Garê û Metîna didomîne û destnîşan kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi dagirkeriya Tirk re hevkar e.
Hena piştrast kir ku komployên li dijî gelê Kurd tên kirin, wê bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û berxwedana şervanên azadiyê werin têkbirin.
Hena bi domdarî got: "Em ê wek dayik û xwişkên gerîla, asta têkoşîna xwe bilind bikin û rêya ku rêber Abdullah Ocalan ji me re xêz kiriye, bişopînin. Em rê nadin dagirkeran ku daxwazên xwe pêk bînin."

(dm)

ANHA