Piştî bertekan, Welthungerhilfe îdîa kir wan projeya xwe ya li Efrînê rawestandine

Piştî ku 28 saziyên hiqûqî bertek li dijî rêxistina" Welthungerhilfe" a almanî nîşan dan, rêxistinê îdîa kir ku wan projeya xwe ya jinûve sererastkirina malên Efrînê rawestandine.

Piştî bertekan, Welthungerhilfe îdîa kir wan projeya xwe ya li Efrînê rawestandine
11 mijdar, 2020   07:53
 NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Fermî yê Rêxistina Mafên Mirova a Efrînê-Sûriyê Îbrahîm Şêxo ragihand ku dewleta Tirk  bi îdîayên "mirovahiyê" propogendeya bicihkirina kesên ji derve hatî di  malên xelkê Efrînê  yên resen de kir, rêxistina Welthungerhilfe ya almanî ku şaxekî xwe li bajarê Dîlokê ye, projeya sererastkirina 400 mal I bajarê Efrînê û Ezazê ji bo bicihkirina kesên ji derve hatî û malbatên çeteyan, ragihand.

Şêxo wiha domand: "Me wekî 28 rêxistinên hiqûqî û sivîl muzakereyeke protestoyê amade kir û bi zimanê erebî û almanî rêkir ji rêveberiya rêxistinê re. Me nerazîbûna xwe der barê xebata rêxistinê ku di malên şêniyên resen ên Efrînê dike û bicihkirina kesên ji dervayî hatî û malbatên çeteyan di malên şêniyên resen de, nîşan dan."

Şêxo da zanîn ku xebata rêxistina almanî ya ku wê pê rabûye, sererastkirin û avakirina malên şêniyên Efrînê yên ku bi darê zorê koçberî kantona Şehbayê bûne û li 5 kampan û di malên wêrankirî de, dimînin.

Rêxistina Welthungerhilfe ya almanî jî bi daxuyaniyekê îdîa kir ku wan heta niha tu mal sererast nekirine û piştî lêkolînê rewşa herêmê, proje hate  rawestandin.

Rêxistinê di berdewamiya daxuyaniyê de, îdîa kir ku piştî wan rewşa mirovahî ya herêmê lêkolîn kiriye û bi komîteyên herêmî yên Efrînê û rêxistinên NY`yê re nîqaş kirine, gihîştin biryarekê ku ne rast e malên wêrankirî jinûve werin avakirin.

(kc)

ANHA