Êzidiyên Sûriyê serdana serçete El-Herîrî ji bo gundê Basûfanê şermezar kir

Yekitiya Êzidiyên Sûriyê bi daxuyaniyeke nîvisîkî serdana serokê berê yê "Îtîlafa Niştimanî ya hêzên Şoreş û Opozisyona Sûriyê " Nesir El-Herîrî ji bo gundê Basûfanê yên kantona Efrînê ya dagirkirî şermezar kir.

Êzidiyên Sûriyê serdana serçete El-Herîrî ji bo gundê Basûfanê şermezar kir
10 mijdar, 2020   15:32
ŞEHBA

Di daxuyaniyê de hate gotin ku serdana El-Herîrî provakatîv e, armanc jê teqezî bi guhertina demografî ya li kantona Efrînê û gundên êzidiyan bike.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Ji destpêka êrişên dewleta Tirk ên dagirkirina Efrînê di 20'ê Çileya 2018'an de, kiryara yekemîn a texrîbkirinê perestgeha kevnar a Eyn Dara bû ku bi balafiran hate rûxandin, ev perestgeh vedigere sala 1300 berî zayînê. Ji ber ku Tirkiyê dizane ku heger çanda kurdan bi giştî û ya êzidiyan bi taybet wêran neke wê nikaribe dest deyne ser Efrînê. Tirkiyê şewqa kesk da komên tundraw da ku mezarên êzidiyan wêran bikin, li ser vê yekê mezarên êzidiyan ên li gundên Qestel Cindo, Sînka, Baflûn, Qerecirnê hatin wêrankirin. Bi gihiştina komên tundraw bi tankên Tirkiyê bajarê Efrînê re avahiya komeleya çandî û civakî ya êzidiyan a bajarê Efrînê rûxandin. Piştre mezarên gundên Qîbar, Tirindê û Şadîra jî wêran kirin, herî dawî mezara Şêx Elî ya li gundê Basûfanê wêran kirin.

Piştî ku komên çekdar ên girêdayî Îtîlafa Sûriyê dest danî ser herêmê, dibistanên êzidiyan ên ku Rêveberiya Xweser ji bo fêrkirina ola êzidiyan vekiribûn, girtin û li şûna wan dibistanên perwerdeya ola îslamê vekirin, her wiha mizgeft li gundên êzidiyan vekirin, lixwekirina cilên îslamê li jinên Êzidî ferz kirin û Êzidî neçar kirin ku baweriya xwe terk bikin û bibin misliman. Kesê yekemîn ê ku bi destê wan hate qetilkirin şehîd Omer Memo yê ji gundê Qîbarê yê êzidiyan bû, dema qebûl nekir şehadeta îslamê bixwîne ew qetil kirin. Her wiha zext li êzidiyan kirin ji bo ji gundê xwe koçber bibin û kesên ji Xûta, Idlib û Humsê di malên wan de bi cih kirin da ku guhertina demografî pêk bînin.

Ev hemû binpêkirin li pêşiya çav û guhê îtîlafa Sûriyê û dewleta Tirk rû didin bêyî ku bikevin tevgerê û sînorekî ji binpêkirinên komên tundraw re deynin. Êdî Êzidî di tirsê de ne, beşek mezin mesrefeke mezin dan da ku ji gundên xwe derkevin. Kesên tundraw rê ji êzidiyan re vedikir ji bo ku ji malên xwe derkevin û kesên biyanî li şûna wan bi cih bikin, bi vê yekê ji bilî kesên bi temen tu êzidî li gundên êzidiyan neman. Mînaka vê  gundê Basûfanê ye ku beriya şoreşê hejmara wê derdora 3 hezar kes bûn, lê niha tenê 200 kes mane û piraniya wan kesên bi temen in.

Piştî van hemûyan û piştî ku ragihandinê binpêkirin û zêdegaviyên dagirkeriya Tirk û komên tundraw ên girêdayî îtîlafa Sûriyê teşhîr kirin, serokê Îtîlafa Sûriyê Nesir bi hejmarek çekdarên tundraw ên ku tirsê di dilê êzidiyên mane de, çêdike, serdana gundên êzidiyan dike. Hewl dide bi vê yekê wêneya artêşa xwe û rûyên komên xwe yên tundraw xweşik nîşan bide, ji bîr kiriye ku her komek ji artêşa wê serkêşiya wî DAIŞ'iyek dike ku ji Mûsil û Şengalê reviyane, ji bîr kiriye ku ew kes beriya derbasî Efrînê bibin, gotina 'Ey Êzidî em hatin tişta ku me nedikarî li Şengalê pêk bînin em ê li Efrînê pêk bînin' qêr dikirin.

Em Yekitiya Êzidiyên Sûriyê serdana El-Herîrî ji bo gundê Basûfan ê êzidiyan û gundên din ên Efrînê şermezar dikin û wekî serdaneke provakatîv bi nav dikin, armanca yekemîn a wê plana xwe  û ya Tirkiyê ya guhertina demografî bişopîne, her wiha berdewama terora çekdarên wî yên li dijî şêniyên resen teqez bike. Em bang li rêxistinên mafên mirovan û dewletên xwedî elaqe dikin ku zextê li Tirkiyê bikin da ku hêz û kom û kesên biyanî ji Efrînê derxînin da ku koçberên ku Tirkiyê ew bi zorê ji gundên wan derxistine vegerin û azarên wan bi dawî bibe, her wiha tawîzên bi awayekî adil bidin kesên ziyan dîtine."

(bb)

ANHA