Çeteyên dewleta Tirk li Racoyê welatiyekî din revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker şêniyekî din ê ji navçeya Racoyê ya Efrînê revand.

Çeteyên dewleta Tirk li Racoyê welatiyekî din revand
10 mijdar, 2020   13:45
ŞEHBA

Çavkaniyên ji navçeya Racoyê piştrast kir ku çeteyên bi navê "Polîsên Leşkerî " yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker di 6'ê Mijdarê de welatiyê bi navê Mistefa Golîn Elo ji gundê Dîkê yê girêdayî navçeya Raco ya kantona Efrînê revand.

Elo dema ku ji navenda Efrînê vedigeriya gundê xwe, li ser benda çeteyên Polîsên Leşkerî ya gundê Kokan ê navçeya Mabata, hate revandin.

Li gorî heman çavkaniyan çarenûsa Elo ne diyar e.

(dm)

ANHA