Şêniyên Qamişloyê şehîdekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kir

Şêniyên bajarê Qamişloyê bi merasîmekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Mehmûd ê ku di encama krîza dil de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan veşart.

Şêniyên Qamişloyê şehîdekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kir
Şêniyên Qamişloyê şehîdekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kir
Şêniyên Qamişloyê şehîdekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kir
Şêniyên Qamişloyê şehîdekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kir
Şêniyên Qamişloyê şehîdekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kir
10 mijdar, 2020   13:36
 QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Qamişloyê endamên saziyên sivîl û leşkerî yên bajêr, cenazeyê şehîd Mehmûd Mehmûd endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku duh di encama krîza dil de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê oxir kir.

Karwanê cenazeyê şehîd, ji ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a li taxa Enteriye ya Qamişloyê ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve bi rê ket.

Li goristanê, merasîma oxirkirinê  bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Cewahir Osman axivî û tevahiya şehîdan bi bîr anîn û got: “Em tevahiya şehîdên azadiyê di kesayeta şehîd Mehmûd de bi bîr tînin. Ji ber ku şehîdan dîroka Kurdan ji nû ve bi tîpên zêrîn nivîsand. Ew dê pêşeroja Kurdan binivîsin. Bi giyanê şehîdan em ê bigihêjin azadiyê û serxwebûnê.”

Cewahir wiha domand: “Divê PDK bi planên dijminê Tirk neyê xapandin. Ji ber ku planên wê gelek xeternak in û li dijî Kurdan in. Divê dijmin baş bizane ku bi yekitiya pêkhateyên herêmê û bi yekitiya Kurdan û Kurdistanê û bi giyanê şehîdên azadiyê em ê dagirkeriyê ji herêmên xwe derxin û bi ser bikevin.”

Piştî axaftinê Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeta şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir. Piştre cenazeyê şehîd Mehmûd Mehmûd di nav tilîliyên dayikan de û bi berzkirina dirûşman hate veşartin.

(şx)

ANHA