Artêşa Tirk a dagirker welatiyekî efrînî bi îşkenceyê qetil kir

Welatiyê bi navê Luqman Yûsif ê ji şêniyên navçeya Şiyê ya kantona Efrînê di girtîgeha artêşa Tirk a dagirker de bi îşkenceyê hate kuştin.

Artêşa Tirk a dagirker welatiyekî efrînî bi îşkenceyê qetil kir
10 mijdar, 2020   13:50
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, welatiyê bi navê Luqman Yûsif ji şêniyên gundê Turmişa yê navçeya Şiyê ya kantona Efrînê ye û duh bi şev bi îşkenceya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hate kuştin.

Di 3`yê Îlonê de Yûsif û gelek şêniyên navçeya Cindirêsê û xwediyên nivîsgehên veguhartina diravan bi hincetên nerast hatin revandin û çeteyan ew xistin girtîgeha li gundê Maratê.

Hate zanîn ku cenazeyê Luqman Yûsif berbanga vê sibê li goristana gundê Yelanqûzê yê navçeya Cindirêsê hate veşartin.

Îstixbarata dewleta Tirk û çeteyên Polîsên Leşkerî ji malbata Luqman Yûsif re bi rêya raporeke tenduristiyê ya sexte îdia kir ku Yûsif ji ber krîza dil miriye.

(şx)

ANHA