Şaredariya Hecînê projeya ku avê digihîne 40 hezar kesî, ber bi dawiyê ve dibe

Şaredariya Gel a Hecînê a gundewarên rojhilatê Dêrazorê û bi Desteya Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyên a Meclisa Sivîl a Dêrazorê re projeya sererastkirina stasyona El-Sosê ya ku avê digihîne nêzî 40 hezar kesî, ber bi qedandinê ve dibe.

Şaredariya Hecînê projeya ku avê digihîne 40 hezar kesî, ber bi dawiyê ve dibe
Şaredariya Hecînê projeya ku avê digihîne 40 hezar kesî, ber bi dawiyê ve dibe
Şaredariya Hecînê projeya ku avê digihîne 40 hezar kesî, ber bi dawiyê ve dibe
Şaredariya Hecînê projeya ku avê digihîne 40 hezar kesî, ber bi dawiyê ve dibe
10 mijdar, 2020   08:04
DÊRAZOR

Ji destpêka Îlona borî de Nivîsgeha Xizmetguzariyê ya Şaredariya Hecînê dest bi projeya stansoya avê ku berî 5 salan di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ji xizmetê derketibû, kir.

Stasyona El-Sosê avê ji çemê Firatê dikşîne û bi rêya 3 pompeyan belav dike.

Li gorî endezyarê çavdêriya projeyê Mihemed El-Casêm stansyon dê dawiya meha Mijdarê dest bi xizmetê bike.

(dm)

ANHA