Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan birin cihekî nediyar

Hêzên Îranê şeva din girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ji girtîgeha Kirmaşanê derxist û bir cihekî nediyar.

Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan birin cihekî nediyar
10 mijdar, 2020   07:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, şeva din hêzên ewlehiyê yên Îranê ketin beşa jinan a girtîgeha Kirmaşanê û bêyî ku agahiyê bidin girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan, birin cihekî nediyar.

10’ê Nîsana îsal Zeyneb Celaliyan ji nişka ve ji girtîgeha Xoy a parêzgeha Urmiyê hatibû derxistin, piştî 3 rojan derkete holê ku ew birine girtîgeha Qerçek Weramîn a nêzî Tehranê. Piştî du mehan Zeyneb Celaliyan bi vîrusa koronayê ket û dest bi greva birçîbûnê kiribû, ew xistin hucreya yekkesî ya girtîgeha Kirmanê. Meha borî careke din ji nişka ve birin girtîgeha Kirmaşanê.

Çavkaniyekî ji Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê re ragihand ku ji dema ku Zeyneb Celaliyan ji bo girtîgehên Kirman û Kirmaşanê hatiye veguhestin, ji ber kelepçekirinê û kêşana li ser erdê re şopên birînan li ser dest û lingên wê diyar dibin.

(cx)