Rojnameyên erebî: Moskov û Şam amadekariyên kongreya penaberan û hilbijartinên serokatiyê dikin

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Şamê de nivîsîn, her wiha mijara êrişên DAIŞ`ê li Iraqê û tevgera Ewropayê li dijî îslama siyasî jî di rojeva rojnameyan de bûn.

Rojnameyên erebî: Moskov û Şam amadekariyên kongreya penaberan û hilbijartinên serokatiyê dikin
10 mijdar, 2020   08:34
NAVENDA NÛÇEYAN

'MOSKOV Û ŞAM AMADEKARIYÊN KONGREYA PENABERAN Û HILBIJARTINÊN SEROKATIYÊ DIKIN'

Rojnameya El-Beyan nivîsî: "Rûsya û hikumeta Sûriyê amadekariyên kongreya penaberan dikin ku vê mehê li paytext Şamê bê lidarxistin, lê Amerîka li dijî kongreyê ye û diyar kir ku ew dê beşdar nebe, Yekitiya Ewropayê jî bê helwest e.

Li aliyekî din Sûriye amadekariya hilbijartinên serokatiyê di meha Hezîranê de dike, ev yek dîsa dê Sûriyê bixe rojeva navdewletî û herêmî, ji ber ku mijara ka dê serokê Sûriyê yê niha dîsa bibe namzetê serokatiyê yan na.

Mijara namzetiya Beşar El-Esed ji bo hilbijartinên serokatiyê yek ji xalên nakok ên di navbera dewletên cîhanê û herêmê de ye. Opozîsyon û alîgirên wê dixwazin El-Eesd nebe namzetê serokatiyê, her wiha dixwazin makezagoneke nû hebe ku tenê mafê kesan hebe du caran bibin namzetê serokatiyê.”

'JI SALAN 2014’AN VE CARA YEKEMÎN DAIŞ LI BER DERIYÊ BEXDAYÊ YE'

Der barê mijarê de rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsî: "Fermandarê Operasyonên Bexdayê Qeys El-Mihemedawî diyar kir ku komeke terorîst a ji 3 kesan pêk tê, êriş bir ser çeperên El-Sehwa li herêma El-Ridwaniyê ku wek "Zinara Bexdayê" tê nasîn. Di encamê de 7 endamên El-Sehwa û hin sivîl hatin kuştin û hejmarek sivîl jî birîndar bûn. Ji sala 2014’an ve ev cara pêşîn e ku DAIŞ êrişeke wiha pêk tîne ku digihêje ber deriyê paytexta Iraqê Bexdayê."

'EWROPA ŞERÊ LI DIJÎ ÎXWANAN Û ÎSLAMA SIYASÎ LI DAR DIXE'

Der barê bertekên dewletên Ewropayê yên li dijî rêxistinên îslama siaysî û Îxwanan de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Awisturya dudiliya xwe ya li hember tundrawiyê birî ku carê hin operasyonên bisînor pêk dianîn û hin kes bi tawana kiryarên terorê digirtin, lê vê carê dest bi xebateke berfireh kir û bi awayekî dijwar vê bersiva terorê dide ku komên Îxwanan yên çavkaniya tundrawiyê belav kirin.

Nûnerên dozgeriyê li Awisturyayê diyar kir ku polîsên welêt di çarçoveya operasyona li dijî terorê de, bi dehan kesên biguman girtin, lê tu têkiliya van girtiyan bi êrişa bixwîn a ku beriya hefteyekê li Viyanayê pêk hat ku yekî tundraw 4 kes kuştin.

Çavdêr dibêjin ku Awisturya rêya rasterast a têkoşîna li dijî terorê hilbijart, her çi qas ew rê dijwar be jî. Ew jî ew e ku kom û navendên bi navên civakî û bi navê ciwanan ku di bin desthilata Îxwanan de ne, betal kirin, ji ber ku li van navendan kesên tundraw têne perwerdekirin."

'ALOZIYA AVAKIRINA HIKÛMETA LUBNANÊ KÛR BÛ'

Der barê geşedanên li Lubnanê û mijara avakirina hikumeta nû de rojnameya El-Nehar wiha nivîsî: "Tişta ku tê zanîn, Lubnan dê ji roja şemiya bê ta dawiya mehê, têkeve rewşa girtina giştî ya nû, ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa koronayê ku bi awayekî bitirs belav dibe. Ev jî tê wateya ku welat ji aliyekî ve dê têkeve girtinê, her wiha dê têkeve xetimandina siyasî jî, ev rewş dê bibe aloziyeke vekirî ku bandorê li hewldanên avakirina hikumetê bigire.

Di vê navberê de li gorî agahiyan, şêwirên avakirina hikumetê di şûna xwe de dizivirin, ji ber nakokiyên der barê endamên kabîneyên hikumetê û belavkirina wan li ser aliyan de."

(kn)