Ermenistan û Azerbêcanê bi sponseriya Moskovê agirbest ragihand

Piştî 6 hefteyan ji şerên dijwar, Ermenistan û Azerbêcanê bi sponseriya Rûsyayê ji bo rawestandina şerê li Qerebaxê peymana agirbestê îmze kir.

Ermenistan û Azerbêcanê bi sponseriya Moskovê agirbest ragihand
10 mijdar, 2020   07:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn sêşemê ji dezgehên çapemeniyê re diyar kir ku Bako û Erîvanê ji bo rawestandina şerê li herêma Qerebaxê, bi sponseriya welatê wî agirbesteke giştî îmze kiriye û da zanîn ku agirbest duh saet 21:00`an ketiye meriyetê.

Pûtîn wiha got: “Di 9`ê Mijdarê de, serokê Azerbêcanê Îlham Aliyev û serokwezîrê Ermenistanê Nîkole Paşinyan û serokê Rûsyayê ji bo rawestandina hemû operasyonên leşkerî li herêma Qerebaxê, gihîştine peymanekê.”

Pûtîn destnîşan kir ku li gorî peymanê dê her du alî nuqteyên ku bi dest xistine, di bin serweriya xwe de bihêlin.

Serokwezîrê Ermenistanê Paşinyan jî li ser hesabê xwe yê Facebookê wiha got: “Me bi serokên Rûsya û Azerbêcanê re ji bo bidawîkirina şerê li Qerebaxê, peymanek îmze kir.”

Paşinyan peyman bi gaveke “biêş” ji bo xwe û gelê Ermenistanê bi nav kir.

Li gorî AFP`ê, piştî belavbûna nûçeya agirbestê, bi hezaran xwepêşandêran berê xwe da cihê hikumetê yê li Erîvanê. Hinek xwepêşandêran li derveyî navendê xwepêşandan li dar xistin, hinekan jî bi ser avahiyê de girt û xerab kirin.

Xwepêşandêran dirûşmên “Nîkole xayîn e” berz kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di şerê Qerebaxê de yê ji 27`ê Îlonê ve, herî kêm ji her du aliyên şer hezar û 300 kes hatine kuştin. Lê belê Azerbêcanê windahiyên xwe eşkere nekirin, ku ev yek îhtîmala ku hejmara kuştiyan zêdetir be xurt dike.

(cx)