Erdogan îstifaya Albayrak erê kir

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, îstifaya Wezareta Darayiyê û zavayê xwe Berat Albayrak erê kir.

Erdogan îstifaya Albayrak erê kir
9 mijdar, 2020   20:24
NAVENDA NÛÇEYAN 

Hikûmeta Tirk û Qesr piştî bêdengiya 27 saetan û şûnde ji Wezareta Peywendiyan a Serokkomariyê daxuyaniyek hate dayîn.

Wezaretê got: “Di dawiya nirxandina ji aliyê serokkomariyê ve û şûnde daxwaza efû ya Wezîrê Xizîne û Darayiyê Berat Albayrak erê kir.”

Zavayê Erdogan Albayrak ê ji bo Wezareta Darayiyê hate erkdarkirin, şeva 8’ê Mijdarê li ser hesabê xwe ye Istagramê îstifaya xwe ragihandibû. Albayrak sedemên tenduristiyê nîşan dabû.