Kampa Waşûkanî: Zivistaneke bêyî sobe û rêxistinên mirovî hîna li rewşê temaşe dikin

Li pêşiya zêdetirî 12 hezar koçberên Serêkaniyê zivistaneke dijwar heye. Rêxistinên mirovî heta niha ti alîkarî nedane koçberan ku karibin pê zivistanê derbas bikin û bi keraseteke mirovî re rû bi rû neminin.

Kampa Waşûkanî: Zivistaneke bêyî sobe û rêxistinên mirovî hîna li rewşê temaşe dikin
Kampa Waşûkanî: Zivistaneke bêyî sobe û rêxistinên mirovî hîna li rewşê temaşe dikin
Kampa Waşûkanî: Zivistaneke bêyî sobe û rêxistinên mirovî hîna li rewşê temaşe dikin
Kampa Waşûkanî: Zivistaneke bêyî sobe û rêxistinên mirovî hîna li rewşê temaşe dikin
Kampa Waşûkanî: Zivistaneke bêyî sobe û rêxistinên mirovî hîna li rewşê temaşe dikin
10 mijdar, 2020   07:19
NAVENA NÛÇEYAN- ŞERVÎN MISTEFA

Bi barîna baranê re li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi hewayê xwe yê zuha tê nasîn, her kes amadekariyên pêşwazîkirina zivistaneke dijwar dikin.

Lê belê ev rewş li gel koçberên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar mane dev ji warên xwe berdin û xwe li kampan bigirin, cihê ye. Ji wan jî koçberên kampa Waşûkanî ku (12 km rojavayê bajarê Hesekê) ne.

Li Kampa Waşûkanî 12 hezar û 300 koçber dimînin ku li ser hezar û 700 konan belav dibin, ew kon li bejahiyeke 600 km2 hatine vedan. Her wiha hîna 300 malbat li bendê ne ku kon ji wan re bên peydakirin da ku berê xwe bidin kampê.

Barîna baranê nîşaneyên azarên nû ji koçberan re çêkir, ku li azarên wan ên ji ber êrişên dagirkeriya Tirk û bêdengiya civaka naventeweyî li hemberî sûcên ku pêk tînin zêde dibin.

Kamp dabeşî 15 beşan bûye û ji 85 komînan pêk tê. Her komînek ji 20 konan pêk tê, ku ji wan re xezanên ava vexwarinê û hwd, veqetandine.

Tevî ku kevir li rêyên di navbera konan de hatine dayîn jî, lê belê ji ber mercên hewayê û tevgera şêniyên kampê kevir belav bûn û bi barîna baranê re erdê kampê dibe herî.

Hevserokê Meclisa Kampa Waşûkanî Ela Cemîl Elî dibêje ku bi hatina zivistanê re pêwîstiya kampê bi hemû pêdiviyên jiyanî heye.

Ela Elî piştrast kir ku ji ber ku konên pêwîst tune ne ew nikarin 300 malbatên li benda hatina kampê mane, pêşwazî bikin.

 ‘ZIVISTANEKE BÊ SOBE Û CILÊN GERM’

Her malbateke li kampê di konekî ji 18 m2 de dijî. Ew kon cihê razan, xwarin, vexwarin û serşûştinê ye ku dihêle jiyan bi zehmetî derbas bibe.

Her wiha ji ber mercên hewayê yên xerab piraniya konan êdî kevin û rizyayî bûne, ku dihêle jiyan tê de zehmet be. Koçber cihên qetiyayî yên konan bi paçan an neylonan pîne dikin, lê belê bi hatina zivistanê re ev yek jî têrê nake û dê jiyana li kampê trajedîk be.

Her wiha pêwîstiya kampê bi xeta kanalîzasyonê heye. Ji ber ku xetên av tê re derbas dibe vekirî ne, ev yek jî di dema barîna baranê de xeteriya derketina nexweşiyan di kampê de zêdetir dike.

Ela Elî wiha dibêje: “Ji ber ku kon tune ne, rewşa koçberan niha pir xerab e. Em ji beriya 6 mehan ve li bendê ne ku saziyên mirovî konan û alîkariyên pêwîst pêşkêş bikin. Lê belê heta niha sozên xwe pêk neanîne.”

Her wiha piştrast kir ku rêxistinên mirovî ji bo demsala zivistanê jî ti alîkarî pêşkêş nekirine û dsetnîşan kir ku alîkarî li cem wan jî tune ne da ku bidin koçberan, nexasim alîkariyên wekî sobe û cilên zivistanê.

Ela Elî wiha axaftina xwe dewam kir: “Heke rêxistinên mirovî dereng man an pêşkêşkirina alîkariyan paşguh kirin, dê koçber rewşeke trajedîk bijîn.”

Her wiha bang li rêxistinê mirovî kir ku li hemberî koçberên ku bi darê zorê ji malên xwe derketine, berpirsiyariyên xwe pêk bînin.

 ‘DAXWAZ’

Derfetên koçberan ji bo peydakirina pêdiviyên xwe yên sereke, kêm in, nexasim ku ew di bin bombebaranê û tankên dewleta Tirk a dagirker de ji bajarê xwe (Serêkaniyê) derketin. Li cem hin malbatan jî heta tiştekî ku li ser erdê raxin, tune ye.

Koçberê bi navê Xidir El-Elî yê ji gundê Amiriyê yê girêdayî bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî, dibêje tiştê ew dixwazin ew e ku vegerin warê xwe û bajarê xwe rizgar bikin. Her wiha destnîşan kir ku heta ku vedigerin bajarê xwe, pêdiviyên wan hene û divê peyda bikin.

El-Elî bi bîr xist ku pêwêstiya kampê bi piştgirî û alîkariyan heye, nexasim bi konan û cihên xwarin û serşûştinê.

Koçbera bi navê Xedîce Hemûd a ji gundê Til Mihemed jî ji ber xerabûna rewşa kampê bi gazinc e, nemaze ku ew li ber deriyên zivistanê ne û metirsiyên wan hene ku rêxistinên alîkariyan ji wan re sobe û cilên zivistanê peyda neke û wiha got: “Em ê bi vî halî çawa zivistanê derbas bikin?”

Helîme Ehmed a ji gundê El-Derbo jî wiha got: “Li vir hewa pir sar e, hîna em neketine zivistanê. Heta niha ti cilên me yên zivistanê û nivînên ji bo germkirinê tune ne.” Helîme ditirse ku di vê zivistanê de rewşên kerasetî bijîn.

Li Kampa Waşûkanî nêzî 10 rêxistinê herêmî û navneteweyî kar dikin, lê belê alîkariyên wan rêxistinan pir kêm in û têra peydakirina pêdiviyên koçberan nakin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gJeqPDfqlOw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>