Partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga îtîdalê kir

Bi dehan hêzên siyasî yên kurdî, erebî, suryanî û asûrî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hêzên kurdî yên li herêma Kurdistanê kirin ku nehêlin şerekî navxweyî biqewime û gotin: "Her şerekî navxweyî dê pêşketinên ku kurdan ji aliyê doza netewî de pêk anîne pûç bike."

Partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga îtîdalê kir
9 mijdar, 2020   18:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêz û partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî aloziya li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar da.

Daxuyanî wiha ye:

"Em nûçeyên ji çiyayên herêma Kurdistan û Iraqê yên derbarê aloziya di navbera hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê de û îhtîmala derketina aloziyeke leşkerî di navbera herdu aliyan de bi fikarî dişopînin. Ligel tunebûna însiyatîfên aramkirin û bidawîkirina aloziyê fikarên me zêde dibin. Heger ev aloziya heyî dewam bike dibe ku kareseteke rateqîn rû bide.

Em hêz û partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibînin ku doza Kurd bûye ji dozên girîng ên li gelemperiya herêmê û gelê Kurd di salên dawî de îsbat kir ku gelekî aktîf li vê erdîngariyê ye û dikare roleke cewherî di mîsogerkirina ewlehî û aramiya herêmê de bilîze, bi taybetî di mijarên xeteriyên mezin ên li dijî kurdan û têkoşîna li dijî xeteriya rêxistinên selefî yên radîkal.

Kurdan roleke girîng di parastina nirxên jiyana hevbeş û xurtkirina aştiya civakî de lîst, tevî ku Kurd rêveberiya hêzên siyasî nakin, lê hêzeke wan a pêşeng û rêxistinkirî heye. Çalakiya siyasî ya kurdî bandoreke erênî li tevahî gelên ku pê re dijîn dike. Ev yek di  rola ku hikumeta herêma Kurdistanê ya li beramberî dozên niştimanî iraqê de lîst diyar dibe. Li beramberî wê gelê Kurd ê li Sûriyê roleke sereke di damezrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parastina vê erdîngariyê ji nijadperestiyê, xurtkirina jiyana hevbeş a di navbera kurd, ereb, suryan û asûran de lîst.

Em teqez dikin ku nakokiyên siyasî nabe pirsgirêkên rasteqîn dema ku li ser esasê berjewendiyên stratejîk ên hevpar be. Lê nakokiyên siyasî lingekî sereke yê fikira civakê ye, nabe bibe sedema wêranbûna dozên gelan. Lê divê bibe sedema xurtkirina hêz û parastina wê di mercên herî dijwar de. Ji bo mîsogerkirina diyaloga kurdî li Sûriyê me gelek însiyatîf ragihandin. Lê mixbatin em rageşiya di navbera birayên li Kurdistanê Iraqê de dişopînin, di demekê de ku em li benda ragihandina encamên berbiçav ên diyaloga kurdî li Sûriyê ne.

Em dibînin ku hedefkirina vê rola kurdî li herêmê dê xizmeta hemû aliyên dijberî doza demokratîk bike, dewletên herêmî di serî de Tirkiyê hewl dide sedeman biafirîne da ku pêşketina di xeta doza kurd de asteng bike, her şerekî navxweyî dê destkeftiyên ku kurdan di qada doza netewî de bi dest xistine pûç bike.

Em bang li tevahî hêzên siyasî yên cîhanê yên bi demokrasiyê bawer in dikin ku berpirsyartiyên xwe bi cih bînin û nehêlin rageşî di navbera hêzên siyasî bi taybet ên kurdî der derkevin. Cîhan tevahî şahidê qurbaniyên ku kurdan di şerê li dijî terorê de daye. Her şerekî kurdî gengaz bi çi awayî be tê wateya şikandina cebheya ku li hemberî terorê sekinî û ew li herêmê têk bir. Ev yek dê nehevsengiyekê li herêmê ava bike.

Em wekî hêzên siyasî kurdî, erebî, suryan-asûrî bang li hemû aliyan dikin bi serî de birayên PDK û PKK'ê dikin ku xwe ragirin, dengê aqil di ser çek de bigirin, ji bo çareserkirina nakokiyan her çendî kûr  bin diyalogan esas bigirin, her wiha hemleyên ragihandinê yên ku parçebûna gel kûr dike bisekinin. Em di wê baweriyê de ne ku zanebûna herdu aliyan heye, ev yek dê aloziyê derbas bike. Herdu baş dizanin ku di şerê birayan de tu serkeftî nîne."

 

Partî û hêzên ku daxuyaniya jor îmze kirine ev in:

-Desteya Tensîq a Niştimanî- Tevgera Guhertin a Demokratîk

-Partiya Yekitiya Demorkatîk

 - Partiya Aştîya Demoqrat a Kurdistanê

- Partiya Lîberal a Kurdistanê

-  Partiya Komunîst a Kurdistanê

-- Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî

- Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî

-  Partiya Çep a Kurd li Sûriyê

- Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûrîyê

- Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanî

- Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê

-Partiya Nûjen a Kurdistanê

-Partiya Kedkarên Kurdistanê

-Desteya Niştimanî ya Erebî

-Partiya Nûjen a Kurdistanê-Sûriya

-Partiya Kesk a Kurdistanê

-Partiya Rêkeftin a  Demorkatî

-Tevgera Çaksazîyê-Sûriya

-Partiya Demokat a Kurd li Sûriyê

Partiya Asûr a Demorkatîk

- - Partiya Biratî ya Kurdistanê (PBK)

-  Partiya Roj a Demokratîk li Sûriyê

-Yekitiya Niştimanî ya Azad-Rojava

-Tevgera Civaka Demorkatîk

-Kongreya Star

-Partiya Muhafizkaran a Demokratîk

-Partiya Têkoşîna Demokratîk

(bb)

ANHA