​​​​​​​Muxalefeta Tirkiyê: Erdogan welat mîna şîrketeke malbatî bi rê ve dibe

Partiyên muxalefetê yên Tirkiyê îstîfaya Wezîrê Maliyeyê û zavayê Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan Berat Albayrak ji peywira bi "Gaveke pêşîn û asta aloziya dewletê nîşan dide" bi nav kir û destnîşan kir ku Erdogan welat mîna ku şirketeke malbatî be bi rê ve dibe.

​​​​​​​Muxalefeta Tirkiyê: Erdogan welat mîna şîrketeke malbatî bi rê ve dibe
9 mijdar, 2020   16:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya sereke ya muxalefetê li Tirkiyê got îstîfaya Wezîrê Maliyeyê û zavayê Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan Berat Albayrak ji peywira bi rêya daxuyaniyekê li ser instagramê gaveke pêşîn e û "Aloziya dewletê" nîşan dide. Partiyê darbeya ji nişkê ve ya li dijî rêvebirê banka navendî jî rexne kir.

Îstîfaya Albayrak a ku spartin sedemên tenduristiyê piştî rojeke jî wezîfedarkirina serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bavê hevjîna xwe wezîrê maliyeyê yê berê Nacî Îqbal wekî serokê Bankeya Navendî li şûna Murat Uysal hat. Sedema vê gavê nehatin ragihandin, lê berprisan spartin têkçûna lîreya Tirkî.

Di kongreyeke çapemeniyê de ku li Enqereyê pêk hat, Serokê Partiya Komarger a Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu got, Erdogan welat bi rê ve dibe mîna ku "Şirketeke malbatî ye". Her wiha got, banka navendî serxwebûna xwe winda kir.

Kemal Kiliçdaroglu anî ziman ku cihê şermê ye ku çapemeniya Tirkiyê di nava 24 saetan de behsa îstîfayê nekir.

(bb