Li Ermenistanê helîkoptereke Rûsya kete xwarê: 2 kes mirin

Li nêzî sînorê Qerebaxa Jor helîkoptereke Rûsya ket xwarê û 2 kes jî mirin.

Li Ermenistanê helîkoptereke Rûsya kete xwarê: 2 kes mirin
9 mijdar, 2020   17:26
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ve bi daxuyaniyekê ragihand ku helîkoptera Mi-24 bûye hedefa sîstema parastinê ya esmanî ya ji erdê ve hate avêtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku helîkopter li dema ku konvoya wesayîtan a leşkerên Rûs li Ermenistanê dişopand hatiye hedefkirin. Hate gotin ku helîkopter li nêzî sînor û bi Qerebaxa Jorîn re sînore hatiye hedefkirin.