Meclisa Tenduristiyê ya Helebê dewreyeke perwerdeyê vekir

Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, bi armanca xurtkirina rola endamên Komîteyên Tenduristiyê di komîn û meclisên taxan de, dewreyeke perwerdeyê ya tenduristiyê vekir. Tê payîn ku dê di her komînekê de klînek were vekirin.

Meclisa Tenduristiyê ya Helebê dewreyeke perwerdeyê vekir
Meclisa Tenduristiyê ya Helebê dewreyeke perwerdeyê vekir
Meclisa Tenduristiyê ya Helebê dewreyeke perwerdeyê vekir
9 mijdar, 2020   15:40
HELEB

Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rola komîteyên xwe di nav komîn û meclisan de aktîv dike. Meclis salekê carek an du caran li gorî hejmara endamên Komîteya Tenduristiyê dewreyên perwerdeyê vedike. Her dewreyeke perwerdeyê 15 rojan dewam dike, tê de waneyên teorîk û pratîkî tên dayîn. Wane ji aliyê kadroyên tenduristiyên ve têne dayîn.

Têkildarî mijarê, hevserokê Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Nişet Zîbar diyar kir ku bernameya dewreya perwerdeyê ya tenduristiyê girêdayî destwerdana lezgîn, dermankirina birîndar, şewat, jehrbûn, pêvedan, hin nexweşiyên jin û zarokan û tehlîl in.

Zîbar armanca vekirina dewreyê destnîşan kir û wiha got: "Armanc alîkariya şêniyan bikin. Meclisa Tenduristiyê biryar da ku di her komînekê de wê klînek were vekirin û pêwîstiyên destwerdana lezgîn lê hebin."

(bb)

ANHA