Hêzên hikumeta Şamê derdora nuqteyeke dewleta Tirk a li çiyayê Zawiyê topbaran kir

​​​​​​​Hêzên hikumeta Şamê bi moşekan êrişî derdora nuqteya dewleta Tirk a dagirker a li gundê Ernebe yê çiyayê Zawiyê ya başûrê Idlibê kir.

Hêzên hikumeta Şamê derdora nuqteyeke dewleta Tirk a li çiyayê Zawiyê topbaran kir
9 mijdar, 2020   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibê hêzên hikumetê topbarana xwe li dijî herêmên bêçek zêde kir. Hêzên hikumetê herêmên Filêfil, Sefhon, El-Fetîra, derdora El-Barê û Bînîn ên gundewarên başûrê Idlibê bi moşekan topbaran kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku hêzên hikumetê derdora nuqteya çavdêriyê ya dewleta Tirk a li gundê Ernebe yê çiyayê Zawiyê ya li başûrê Idlibê topbaran kir. Der barê encamên topbaranê de tu agahî nehatin bidestxistin.

(dm)